Hevserokê OHD'ê: Girtîgeh li ser sozên xwe nesekinî, çewisandin zêde bûne 2022-05-28 09:07:50 ÎZMÎR - Hevserokê OHD'a Îzmîrê Velat Zeren ku li Girtîgeha Kiriklarê hevdîtin bi girtiyan re kiriye diyar kir ku îdareya girtîgehê soz daye ku dê pirsgirêkan çareser bike, lê li ser sozek xwe jî nesekiniye.  Li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê tahdeya li girtiyan tê kirin her diçe zêde dibe. Ji roja ku Haydar Alî Ak (di Îlona 2021'ê de wekî midûr tayinî girtîgehê hatiye kirin) hatiye binpêkirinên mafan zêdetir bûne. Di 28'ê Mijdara 2021'ê de gelek girtî li dijî van çewisandinên Ak dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Piştî hevdîtin hatibûn kirin û hin soz hatibûn dayin girtiyan di roja 63'yan de greva xwe bi dawî kiribû. Lê ji wê demê heya niha îdareya girtîgehê li ser sozek xwe jî nesekiniye û her diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin.    Girtî Onûr Yilmaz nameyek ji parêzerê xwe re şandibû û ragihandibû ku di 17'ê Gulanê de ketiye rojiya mirinê. Her wiha Yilmaz ragihandibû ku ger tiştek bê serê wî berpirs midûrê girtîgehê Ak e.    OHD HEVDÎTIN BI GIRTIYAN RE KIR   Piştî zext û çewisandin zêde bûn Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Velat Zeren di 25'ê Gulanê de çû Girtîgeha Kiriklarê û hevdîtin bi Onûr Yilmazê di rojiya mirinê de û girtiyên din ên ketibûn greva birçîbûnê re kir.    TECRÎD ZÊDE BÛYE   Zeren bibîr xist ku girtî beriya niha bi çend mehan li dijî binpêkirinên mafan û çewisandinan ketibûn greva birçîbûnê û got, îdareya girtîgehê soz dabû ku dê şert û merc bên sivikkirin. Zeren bilêv kir ku lê berevajî wê tecrîd zêdetir bûye. Zeren ragihand ku berê qawîşên girtiyên siyasî li heman korîdorê li kêleka hev bûne, lê di demên dawî de ji hev hatine dûrxistin û got: "Bi vî awayî şert û mercên tecrîdeke taybet hatine afirandin. Girtiyê ji sûcên cuda anîne xistine hin qawîşên wan. Faşîst anîne. Faşîst tim girtiyên siyasî taciz dikin. Dengê televîzyonên xwe bilind dikin. Li gor tiştên muwekîlên me gotine, gardiyan jî ji bo vê xwe li nedîtinê datînin."    QEFES   Zeren diyar kir ku girtî li hewadariyên ser wan bi têlan hatine girtin ku girtî ji bo vê dibêjin "têlên qefesan" tên ragirtin û got, ev yek hem li dijî rûmeta mirovan e hem jî ji bo tenduristiya girtiyan nebaş e. Zeren bilêv kir ku ji bo vê hevdîtin bi rêvebiriya girtîgehê re hatiye kirin lê tiştek ji vê hevdîtinê derneketiye.    Zeren anî ziman ku mafê sporê, atolye û sohbetê heftê 10 saet bûye lê bi hinceta pandemiyê ev maf hatine binpêkirin.    ROJIYA MIRINÊ   Zeren destnîşan kir ku muwekîlê wan Onûr Yilmaz li dijî van binpêkirinên mafan ketiye rojiya mirinê û wiha domand: "Girtiyên siyasî berê jî ketibûn greva birçîbûnê. Em parêzer me gelek caran hevdîtin bi îdareya girtîgehê re kirin. Girtî jî hevdîtin bi îdareya girtîgehê û dozgeriyê re kirin. Piştî hevdîtinê dozger gotibû dê bi meseleyê re eleqedar bibe û dê ev pêkanîn bi dawî bibin. Bi vê re girtî greva xwe bi dawî kiribûn. Lê li ser sozên xwe nesekinîn. Wê demê tenê girtiyên di du qawîşan de birin cihê ku girtiyan dixwest. Lê piştî greva birçîbûnê bi dawî bû bi hinceta 'qawîş tên tadîlatkirin' hatin valakirin û girtî birin qawîşên wan ên berê. Îdare li ser sozên xwe nesekinî. Gavên bi awayekî qismî hatibûn avêtin jî paşê cardin bûn wek berê."    ZIHÎF BÛYE   Zeren diyar kir ku Yilmaz ji roja ku dest bi rojiya mirinê kiriye heya niha 5 kîlo zihîf bûye û tenduristiya wî nebaş e û wiha got: "Got, serê wî diêşe û zingînî ji guhê wî tê. Got, ji ber îdare li ser sozên xwe nesekiniye û ji ber midûr AK ketiye rojiya mirinê."    'BERPIRS ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ YE'   Zeren xwest rêvebiriya girtîgehê dawî li pêkanînên xwe yên nerewa bîne û got: "Di hevdîtinê de me biryardariya muwekîlê xwe dît. Ger ev pêkanîn bidomin dibe ku çalakiya muwekîlê me bi mirinê bi dawî bibe. Ger wisa bibe berpirs îdareya girtîgehê ye."    MA / Delal Akyuz