Lêgerîna 28 salan: Em ê dest ji lêgerînê bernedin 2022-05-28 09:51:01 AMED - Layiha Ozturk 28 sal in li aqûbeta hevjînê xwe Vasif Ozturk ê li Pasûrê di serdegirtina gund de hat binçavkirin dipirse û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin.”  Yek ji şêwazên tundiyê yên li Tirkiyeyê ku li dijî kurdan hat bikaranîn, rêbaza windakirina di binçavan de ye. "Windayên di binçavan de” ku li hemû cîhanê di nav binpêkirinên mafên mirovan de tê hesibandin, rojeva sereke ya Tirkiyeyê ye. Li gorî daneyên Navenda Hafizayê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê di navbera salên 1980-2001'an de hezar û 388 kes di binçavan de hatine windakirin, li gorî hin daneyan jî di salên 90’î de li bajarên bakurê Kurdistanê 17 hezar hezar bi cînayetên “kiryar diyar” hatine kuştin.      Yek ji bi hezaran windayan Vasif Ozturk e ku 28 sal berê hatibû binçavkirin. Ozturk tevî kurê xaltiya xwe Cembelî Tuncer û xwarziyê xwe Efendi Şen di 1'ê hezîrana 1994'an de di serdegirtina leşkeran a li gundê Cumar ê navçeya Pasûra Amedê de hatibûn binçavkirin. Tuncer û Şen ên ku şevekê di dibistana gund de hatibûn hiştin, danê sibehê hatin berdan. Hat diyarkirin ku Vasif Ozturk ê bi helîkoptera leşkerî dest û çavê wî girêdayî bibin Pasûrê. Lê hin şahidan diyar kirin ku Vasif Ozturk li Qereqola Cendirmeyan a Licê ye û îşkence lê hatiye kirin. Ozturk ku hat diyarkirin 25 roj in li Fermandariya Cendirmeyan a Licê hatiye ragirtin, careke din agahî jê nehat girtin.    Hemû serlêdanên malbata Ozturk ên li Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê, Fermandariya Cendirmeyan a Licê, Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Amedê, Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM), Walîtiya Amedê û Walîtiya Herêmê ya OHAL'ê bêencam man.   Hevjîna Ozturk, Layiha Ozturk ku ji sala 1994'an û vir ve ketiye pey şopa hevjînê hê tu agahî negirtiye, ji wê rojê heta îro çi hatiye serê wan vegot. Layiha Ozturk a ji sala 2010'an û vir ve her roja Şemiyê beşdarî çalakiya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" dibe û got got: "Sedsalek derbas bibe jî ez ê lêgerîna xwe bidomînim."   ‘BI MAZOTÊ DIHATIN GUND Û GEF DIXWARIN’    Ozturk da zanîn ku di salên 90'î de dema ku êrişên li dijî kurdan zêde bûn, her roj gundên wan ji aliyê leşkeran ve dihat dagirkirin û leşker bi bîdonên mazotê bi ser gund de digirtin û gefa, "Em ê we û mala we bişewitînin” li gundiyan dixwarin. Ozturk wiha got: “Carekê dema ez û zarokên xwe li malê bûn, leşkerên ku li deriyê me xistin, gefa şewitandinê li me xwarin. Ji ber ku min zimanê wan nizanibû ez neaxivîm. Lê zarokên min ji wan re gotin, 'Tu gunehê me nîne'. Li hemû malê geriyan û piştre derketin. Dema em derketin derve hemû malên derdora mala me şewitandin."   ‘ME WÎ JI HER KESÎ DIPIRSÎ’    Layiha Ozturk anî ziman ku hevjînê wê Vasif Ozturk li gundekî din hatiye binçavkirin û wiha got: “Wê demê ez 3 mehî ducanî bûm. Hevjînê min û 2 kes hatin binçavkirin. Ew her du kes hatin berdan. Lê hevjînê min li helîkopterê siwar kirin û birin. Gundiyek şahidiya vê rewşê dike. Kesekî ji wî gundî ji min re got, ‘hevjînê te di zindana Licê de mir’. Em rabûn û çûn Licê, min wêneyê hevjînê jî li gel xwe bir. Ji bo em wî bibînin cihek nema ku em neçûnê û me serî lê neda. Em her ku diçûn digotin 'me nedît'. Di ser windabûna wî re 10 sal derbas bûn. Lê me her tim digot wê were. Ger li derî an dengek bihata, me digot qey ew hatiye. Kî diket pêşiya me, me wî ji wan dipirsî. Lê piştî 10 salên dawî me fêhm kir ku tiştekî din çêbûye.”   ‘EZ Û 7 ZAROKÊN XWE MAN’    Ozturk destnîşan kir ku piştî hevjînê wê hat windakirin bi 7 zarokên xwe re bi tenê ma û wê demê gelek zehmetî kişandiye û ji ber feqîr bûne hin rojan li ser sifreya wan tenê zeytûn hebûne. Ozturk da zanîn ku ew naxwaze zêde ajîtasyonê bike lê bi rastî rewşa wan nebaş bûye û got: “Ji bo li 7 zarokên xwe binêrim li zeviyan dixebitîm, min titûn berhev dikir. Carinan xizmên me alîkarî dikirin. Piştre li gund me nikarîbû bijîn. Me di sala 2009’an de koçî navenda Amedê kir.”    ‘ZAROKÊN MIN LI GORA BAVÊ XWE DIPIRSÎN’    Ozturk diyar kir ku zarokên wê tim û tim li bavên xwe dipirsîn û wiha got: “Carnan di cejnê de em diçûn ser goran, zarokên min dipirsîn ku bavê wan li ku ye. Her tim digotin gora kal, dapîr û apê me heye lê gora bavê me li ku ye? Min jî ji wan re digot bavê we li cihekî din e. Wê demê wan fêm nedikir. Paşê fêm kirin ku bavê wan hatiye windakirin.”    ‘EM Ê DEST JI LÊGERÎNÊ BERNEDIN’    Ozturk di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez ê tu carî dest ji lêgerîna wî bernedim, heta ez sax bim ez ê têkoşîna wî bidomînim. Bila ji me re bibêjin çi anîne serê wan. Bila cihê wan, gora wan, hestiyên wan nîşanî me bidin. Bila rave bikin ka wan çawa, çi kir û bila werin darizandin. Bila ji me re bêjin hestiyên wî avêtine ku derê. Sed sal jî derbas bibe em dixwazin hestiyên xwe bibînin. Heta niha yek hestî jî nehatiye dîtin. Hestiyek be jî em wî hestiyî dixwazin. Em ê ji bo dîtina hestiyên xwe têbikoşin. Heta em sax bin em ê li pişt windahiyên xwe bin. Çi dibe bila bibe em ê dest jê bernddin. Em ê tu carî wan ji bîr nekin û nehêlin bên jibîrkirin."    MA / Eylem Akdag