Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike 2022-05-28 10:40:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Letîf Ferac êrişên çekdarî yên li bajarên Herêma Kurdistanê nirxand û got: “Demek dirêj e PDK bi xebatên sîxurtiyê û çetekariyê van deran veguherandiye meydana şer.”    Êrişên dijwar ên Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên axa başûrê Kurdistanê pêk tîne didomin. Hem deverên Zap, Metîna û Avaşînê bi çekên giran tên bombebarankirin hem jî li bajarên wek Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê siyasetmedar û sivîlên ji bakurê Kurdistanê rastî êrişên çekdarî tên. Herî dawî di 17’ê gulanê de siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî li Silêmaniyê di êrişek çekdarî de hat qetilkirin. Di 21’ê gulanê de jî di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê 2 jê zarok 5 welatî hatin qetilkirin. Di heman rojê de di êrişa balafira bêmirov a Tirkiyeyê de li Wargeha Mexmûrê jî welatiyek hat qetilkirin.    ‘DIXWAZIN KURDAN BITEPISÎNIN’    Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac van geşedanên li başûr nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye bi zanebûn sivîlan dike hedef. Ferac diyar kir ku ji Yasîn Bulut (Şukru Serhat) bigire heta Zekî Çelebî gelek kes ji aliyê MÎT û çeteyên girêdayî wê ve hatin qetilkirin û destnîşan kir ku ev rewş ji bo tirsandina kurdan e. Ferac da zanîn ku divê derbarê hêzên asayîşa Silêmaniyê têkildarî qetilkirina Çelebî de lêpirsîn bê destpêkirin û got: “Dibe ku di nava asayîşê de têkiliya kesekî bi MÎT’ê re hebe. Ne normal e ku li Silêmaniyê kesek bê kuştin û kujerê wî bireve Hewlêrê. Ji kuştina welatparêzan Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê berpirsyar e. Pêwîste rêveberiya herêma Silêmaniyê li ser vê mijarê raweste û lêkolînan bike. Pêwîste bê zanîn ka şirîkê hêzên asayîşa Silêmaniyê di vê yekê de heye yan na.”    ‘DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN KURDAN TINE BIKIN’    Ferac anî ziman ku PDK hewl dide sîxuriyê li kurdan bike û wiha axivî: "Hikûmeta PDK'ê di bin bandora dijminên kurdan de ye û welatparêzên ji bakurê Kurdistanê dike hedef. Ev demeke dirêje PDK’ê bi xebatên xwe yên sîxurî û çetekariyê hewl dide van deran veguherandiye meydana şer û dixwaze her cihî bike deryaya xwînê.”   Ferac bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi hevkariya PDK’ê pêk tên û wiha domand: “Tirkiye li gelek cihên herêmê bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze herêmê dagir bike. Armanca Tirkiyeyê tenê ew e ku destkeftiyên kurdan ji holê rake kurdan tine bike."    AMERÎKA Û NATO JÎ ŞIRÎK IN    Ferac destnîşan kir ku ji ber Tirkiye di qada şer de li pêş nakeve vê carê li dijî sivîlan qetlîam û êrişan pêk tîne û got: "Li cihê ku destkeftiyên kurdan hebin, bi êrişên bi vî rengî dixwazin wan tine bikin. Bi MÎT û çeteyên girêdayî wê re van êrişan pêk tînin. Dixwazin xelkê bitirsînin. Di van êrişan de hinekan dikin şirîkên xwe û wan bikar tînin. Di van êrişên Tirkiyeyê de hêzên navneteweyî yên weke Amerîka, NATO û Ewropa jî sûcdar in û li dijî êrişên Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Ji ber ku ew jî şirîkên van êrişan in. Bêdengiya hikûmeta Iraqê nîşaneya şirîkatiya van êrişan e. Pêwîste ev hêz bertek nîşanî êrişan bidin û pêşî li êrişan bigirin.”