Li Bestayê bi traktoran darên hatine birîn dikişînin 2022-05-28 10:54:18 ŞIRNEX - Li herêma Bestayê talankirina birîna daran ku bi destê cerdevanan hatiye destpêkirin didome. Darên tên birîn bi traktoran dikişînin.  Li Herêma Bestayê ya Şirnexê birîna daran ango talankirina daran a bi destê cerdevanên ji bajarokê Sêgirkê yê  navçeya Qilebanê hatiye destpêkirin di bin çavderiya leşkeriyê de bênavber didome. Li heman herêmê heta niha bi hezaran dar hatine birîn. Di dîmenên nû yê ku hatine parvekirin de tê ditin ku bi traktoran darên hatine birîn ji wir tên dikişînin, navenda bajêr.