Piştî 136 rojan cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd hat dîtin 2022-05-28 11:28:09 COLEMÊRG - Li herêma Binarê ya Şemzînanê 3 "kolberên" ji Rojhilata Kurdistanê winda bûbûn. Piştî 136 rojan cenazeyê Behlûl Seydanîferd hat dîtin.    Beriya niha bi 4 mehan, di 13'ê Çileya 2022'yan de, li herêma Binarê ya Şemzînana Colemêrgê kolberên bi navê Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferd û Barzan Mihanî dema ku derbasî sînorê Şemzînana dibûn, di bin aşûtê de man û winda bûbûn. Hat ragihandin ku piştî 136 rojan îro ji aliyê gundiyan ve cenazeyê kolber Behlûl Seydanîferd yê ji gundê Bawanê yê Mêrgevera Urmiyeyê ye hatiye dîtin. Cenaze ji aliyê şêniyên mezrika Gelêşmê ya gundê Garê yê navçeya Şemzînanê ve hat dîtin.    Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku cenaze ji aliyê gundiyên ku ve hatiye dîtin û haya leşkeran pê hatiye xistin. Bi hatina leşkran re cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û dê cenaze ji vir jî ji bo karûbarên otopsiyê rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Her wiha hat zanîn ku gundiyên herêmê ji bo cenazeyê Eshed Seydanîferd lêgerîna xwe didomînin.