Li Enqereyê banga xwedî derketina Doza Kobanê hate kirin 2022-05-28 14:26:21   ENQERE - Nûnerên saziyan ku beriya Doza Kobanê daxuyaniyeke hevpar dan, banga xwedî derketina dozê kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, Hewldana 78’an û Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê ji bo danişîna Doza Kobanê ku dê di 30’ê Gulanê de pêk bê banga tev li bûnê kir.    Îhsan Seylan ê li ser navê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê axivî jî diyar kir ku ji destpêkêve danişînê dişopînin û banga xwedî derketinê li herkesê kir. Li ser navê Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqereyê jî Mahmût Konûk axivî û qala bêhiqûqiyên heyî kir.    ‘WÊ EDALET JI HERKESÊ RE LAZIM BE’   Hevseroka HDP’a Enqereyê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû jî bi bîr xist ku Doza Kobanê berdewam dike û wiha got: “Dixwazin bi lez û bez parastinan bikin û ceza li me barînin. Em jî bang li hemû raya giştî û hêzên ked û demokrasiyê dikin ku xwedî li danişînan derkevin. Wê edalet ji herkesê re lazim be. Ji bo siberojê dîsa em ê edaletê pêk bînin.”   ‘DIVÊ DOZ WERE RAWESTANDIN’   Fîlîz Kerestecîoglû jî qala bêhiqûqiyên di dozê de kirin. Kerestecîoglû, destnîşan kir ku divê doz were rawestandin û wiha got: “Hûn difikirin ku dozeke ku endamê çeteyekî bûye serokê dadgehê, bi awayekî tenduristî berdewam bike. Ev hemû ji bo nikarin HDP’ê ji siyasetê asteng bikin hatin kirin. Ev doz divê weke Doza Gezî û Canan Kaftancioglû xwedî lê were derketin û dengekî zêdetir were derxistin. Ji ber vê yekê em herkesî di 30-31’ê Gulanê de vedixwînin Kampusa Girtîgeha Sîncanê ku Doza Kobanê bişopînin. Em çiqas rastiyan derxînin holê pêkane ku zûtirin em qezenç bikin. Em ê vê bi hev re pêk bînin.”   Ramazan Gezgîn ê li ser navê Hewldana 78’an a Enqereyê axivî jî destnîşan kir ku bi mezinkirina piştevaniyê pêkane ku bikevin pêş bihiqûqiyê û got: “Em ê bi hev re li Sîncanê bin.”