Dadgeha Bilind cezayê Çîçek Kobanê erê kir 2022-05-28 14:56:38   RIHA - Dadgeha Bilind cezayê heta hetayê yê girankirî ku li Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) hatibû birîn, erê kir.    Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) di êrişa Tirkiyeyê û şirîkên wê grûbên paramîlîter a li ser Eyn Îsa de li gundê Mişrefa hatibû binçavkirin û wî anîbûn Rihayê û girtibûn. Dadgeha Rihayê bi îdiaya ku Temo, “yekirî û tevahiya welat û dewletê xera kiriye” cezayê heta hetayê yê girankirî û ji “kuştina mirov” 10 sal û 10 meh cezayê hefsê lê birîbû.    Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê di 11’ê hezîrana 2021’an de cezayê Temo erê kiribû û şandibû Dadgeha Bilind. Hat zanîn ku Daîreya Cezayê 3’yemîn a Dadgeha Bilind jî di meha çile ya 2022’yan de cezayê Temo erê kiriye. Hat diyarkirin ku biryara ji bo dadgeha xwecihî hatiye şandin erêkirina ceza teqez bûye.