Agahî ji 3 girtiyên bi darê zorê ji qawişê hatin derxistin nayê girtin 2022-05-28 18:33:05 SÊRT - Hate diyarkirin ku 3 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonê ketine greva birçîbûnê bi lêdanê ji qawişên xwe hatine derxistin û careke din agahî ji wan nehatiye girtin. Hate hînbûn ku Rizgar Tûrhan, Cûmalî Yildirim û Mehmet Emîn ên li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonê di 25’ê Gulanê de ketine greva birçîbûnê bi darê zorê ji qawişên xwe hatine derxistin. Dayika Rizgar Tûrhan ê hatiye derbkirin Şehrîban Tûrhan, diyar kir ku parêzerê wan li wan geriyaye, ji rewşê agahdar kirine û wiha axivî: “Parêzeran ji me re gotin ‘Bi şev ketine qawişan û îşkence li herkesê kirine. Rizgar Tûrhan, Cûmalî Yildirim û Mehmet Emîn girtine û birine’ Ji wê rojê ve em agahiyê jê nagirin. Em gelek bifikarin.” ‘ZAROKÊN ME LI KU DERÊ NE?’ Tûrhan, bi lêv kir ku li îdareya girtîgehê geriyan e lê nehatine agahdarkirin û wiha got: “Birine li ku derê û di çi rewşê de ne tu agahiya me nîne. Ne agahdarkirina wan me zêdetir têxe nava fikaran. Bila têkildarî rewşa wan bi lez me agahdar bikin.” Tûrhan, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin banga hestiyariyê kir.