HPG: Cenazeyê du leşkeran di destê me de ne 2022-05-28 20:43:15   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê da xuyakirin ku ku di şer û pevçûnên li Zapê de 3 leşker hatine kuştin û got: “Cenazeyê du leşkeran yê di destê me de ne.” Êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe bi şer û pevçûnên dijwar berdewam dikin. HPG’ê têkildarî şerê li dijî Zapê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê de cih digire, hate diyarkirin ku 3 leşker hatine kuştin Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 2 cenazeyên leşkeran di destê HPG’ê de ne. Hate ragihandin ku leşkerekî xwe di kendalekî de avêtiye û mirî ye.