Parêzer Çayir: Pêşniyarqanûna ji bo medyaya civakî li dijî Qanûna Bingehîn e 2022-05-29 10:26:14   ENQERE - Parêzer Faruk Çayir da zanîn ku pêşniyarqanûna têkildarî medyaya civakî ku pêşkeşî Meclisê hatine kirin, li dijî Qanûna Bingehîn e û wiha got: “Em dikevin pêvajoya hilbijartinê. Xuyaye ku dibêjin; ‘ji bo serkeftinê her tiştek rewa ye.’”    Desthilatdariya AKP-MHP’ê “Pêşniyarqanûna derheqê qanûna çapemeniyê û guherandina di hinek qanûnan de” ku ji 40 xalan pêk tê, pêşkeşî Meclisê kiribû. Dê ev pêşniyarqanûn di hefteya pêş de li Komîsyona Mecrayên Dijîtal bê nirxandin. Tê payîn ku bi vê pêşniyarqanûnê re dê bikarhinêrên medyaya civakî bên bisînorkirin û bi xala 29’an ku dibêje “Raste rast agahiyên xelet bi gel re parve dikin” re jî sûcekî nû hatiye diyarkirin. Ji ber vê xalê dikare 3 sal cezayê girtîgehê jî li welatiyan were birîn. Serokê Komeleya Agahzaniyê parêzer Faruk Çayir ku di hiqûqa agahzaniyê de pispor e, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    Faruk Çayir, da zanîn ku têkildarî pêşniyarqanûnê nêrîna odeyên bi agahzaniyê eleqeder, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî nehatiye pirsîn û wiha got: “Bi van hewldanan hewl didin dengê muxalefetê qut bikin û rê li ber qadên ku tê de nebibandor bigirin. Serokkomar dibêje; ‘dê dawiyê li terora derewan bînin.’ Ev axaftin bi tena serê xwe bes dike bê ka dê çi derkeve pêşiya me. Peyva ‘terorê’ bi kar tîne. Li gorî min dê cezayên giran bidin. Ne diyar e bê ka kî dê biryara wateya dezenformasyonê bide. Em dikevin pêvajoya hilbijartinê û dibêjin; ‘ji bo serkeftinê her tişt rewa ye.’”    ‘VESAZKIRINÊN HEYÎ LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN IN’   Bi domdarî Çayir diyar kir ku înternet yek ji qadên sereke yên azadiya raman e û wiha bi dawî kir: “Dema vesazkirineke qanûnî tê kirin divê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bin. Hewldanên vesazkirinên bêsînor dê rê li ber binpêkirina mafan vekin ku li dijî Qanûna Bingehîn û peymanên navneteweyî ne. Ji xwe qanûna hejmar 5651 re Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hatiye binpêkirin. Bi van hewldanan ve dê mafên mirovan bên binpêkirin û ev jî nayê qebûlkirin. Jixwe li dijî AYM’ê ne. Qanûna 5651’an veguheriye qanûna sansûrê. Her guherîneke di vê qanûnê de tê wateya binpêkirina qanûna bingehîn. Em li dijî vê xebateke mezin dikin û dê bikevin nava hewldanên hiqûqî. Li devereke mîna Tirkiyeyê ku zext zêde hene, medyaya civakî weke qada rojnamegeriya alternatîf e û dixwazin vê qadê tune bikin. Em jî dê li dijî vê têbikoşin.”