Qedexeya OHAL’ê ya li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin 2022-05-29 10:35:30   WAN - Qedexeya li dar xistine hemû çalakî û pîrozbahiyan a li Wanê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin.    Walîtiya Wanê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an, li bajêr Rewşa Awarte (OHAL) ragihandibû. Qedexeyên çalakiyan ên di çarçoveya OHAL’ê de hêj niha jî berdewam in. Di vê çarçoveyê de walîtiyê ji bo 15 rojan hemû çalakî û pîrozbahiyên li bajêr qedexe kirin. Walîtiyê ji bo qedexeya xwe jî ev hincet nîşan da: “Ji bo mîsogeriya parastina mafên bingehîn û azadiyan, maf û azadiyên kesên din û asayîşa giştî.”