Li Enqereyê 7 kes hatin binçavkirin 2022-05-29 11:19:41   ENQERE - Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de 7 kes hatin binçavkirin.   Li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, polîsan di danê sibehê de li Enqereyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Hîvda Selen, Bêrîvan Kaylu, Yaprak Delfîn Turgan, Mert Orhan Omerbeyoglu, Dîlan Mollaahmetoglu, Berfîn Babaoglu û Lokman Sekvan Ozgan hatin binçavkirin.    Nehat zanîn bê ka ev kes bi kîjan sedemê hatine binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tên ragirtin. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de polîsan dest danîn ser amûran, mal hatine serûbinkirin û kesên li malê jî tacîz kirine. Di çarçoveya lêpirsînê de dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.