Malbata Kazanhan: Divê polîs û hêzên tiliya wan di bûyere de heye bên cezakirin 2022-05-29 12:12:17   ŞIRNEX - AYM’ê biryar da ku doza Nîhat Kazanhan ku li Cizîrê hatibû qetilkirin ji nû ve bê dîtin. Malbata Kazanhan piştî biryarê xwest ku cezayê muebbetê li faîlan bê birîn. Parêzerê dozê Rojhat Dîlsîz jî da zanîn ku dosyaya Kazanhan dê ji bo dosyayên din jî bibe mînak.  Zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî di 14’ê çileya sala 2015’an de li Cizîr a Şirnexê di encama êrişa polîsên tîmên taybet de ji serê xwe birîndar bû û hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Kazanhan, Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu got; “Kazanhan bi guleyên hêzên emniyetê nehatiye kuştin.” Wezîrê Karên Hundir ê demê Efkan Ala jî bi îdiaya ku polîsan li wir çek bi kar ne anîne, hewl da bi ser bûyerê bigire. Lê piştre dîmenên bûyerê derketin û xuya bû ku Kazanhan bi guleya polîsan hatiye qetilkirin. Di dîmen de xuya dibe ku polîs bombeyên xazê diavêje çalakvanan, zarok bi keviran bersivê didin û piştî dengê çekan jî Kazanhan dikeve erdê.    Piştî dîmen derketin, lêpirsîn hate destpêkirin û polîsê tîmên taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez hate girtin. Doza bûyerê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê tê dîtin û di sala 2016’an de ji ewil cezayê mubbetê li bersûc hate birîn. Lê belê dadgehê bi hincetên “tehrîkirina nerewa” û “rewşa baş” cezayê bersûc daxist 13 sal û 4 mehan. Di biryara xwe ya bihincet de jî dadgehê avêtina keviran a Kazanhan û “çalakiya xwe di bin şert û mercên herêmê yên tehrîkirina nerewa de pêk aniye” weke hinceta biryara xwe nîşan da.    Di heman dozê de ji bo sê polîsan jî bi sedema “sûcê heyî ne ragihandine”, 5 meh cezayê girtîgehê hate dayîn û cezayê polîsekî kêm hate dîtin. Îtîraza parêzeran jî ji hêla Dadgeha Bilind ve hate redkirin û cezayên wan hate erêkirin.    Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ji bo serlêdana malbatê biryar da û got ku daxistina cezayê polîs û necezakirina polîsên din “Binpêkirina mafê jiyanê ye.” Dadgehê biryar da ku ji bo ev binpêkirin bê sererastkirin, divê polîs ji nû ve bên darizandin û cezayên girantir lê were birîn. Bi vê mebestê jî biryar da ku dosya dîsa ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê re bê şandin. Her wiha AYM’ê biryar da ku ji malbata Kazanhan re 90 hezar lîre tazmînata manewî bê dayîn. Bi biryara dadgehê re dê doz ji nû ve bê dîtin.   ‘DIVÊ HÊZÊN TILIYA WAN TÊ DE HEYE BÊN VEKOLANDIN’   Malbata Kazanhan piştî biryarê xwestin ku cezayê pêwîst li polîs û faîlan bê birîn. Malbatê da zanîn ku qetilkirina Kazanhan tenê bi polîsan bisînor nîne û divê hêzên piştperdeyê jî bên vekolandin û cezakirin. Bavê Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan diyar kir ku bi ser bûyerê re 7 sal derbas bûne lê hêj jî êşa wê wekî roja destpêkê dijîn û wiha got: “Ji ber bûyerê tenê 13 sal ceza dane polîs. Ev ne ceza lê xelat e. Heke tu niha kevirekî biavêjî kesekî, hema hema 20 salan cezayê girtîgehê didin. Dewletê ji ewil înkar kir lê piştre dîmen derketin. Nîhat hêjta zarok bû û tiştek bi kesekî nekiribû.”   ‘EM XWEDÎ LO DOZA XWE DERKEVIN’   Bi domdarî Kazanhan gotinên Davutoglu yên wê demê bi bîr xist û wiha got: “Piştî ku bûyer hatiye zelalkirin çima Davutoglu sersaxî nexwest? Ji ber ku Nîhat kurd bû lewma nehat sersaxiyê? Lê belê ji bo rehiyekî kefiyê diavêje stûyê xwe. Cezayê li polîs hatiye birîn kêm e. Piştî piştgirî û piştevaniya gel, biryara jinûvedarizandinê hate dayîn. Em ê heta dawiyê xwedî li doza xwe derkevin. Bêyî ku sedemek hebe ev yek bi serê me anîn û bi sala ye em êşa wê dikêşin. Biryara AYM’ê ji hêlekî ve baş û ji hêlekî ve jî xerab e. Aliyê baş ew e ku dibe faîl cezayekî girantir bigire û dilê me jî rehettir bibe. Li hêla din jî êdî Nîhat dê venegere. Kujerên bi sedan zarokên vî gelê yên mîna Nîhat, hêj nehatine dîtin. Belkî bi vê biryarê re kujerên wan jî bên darizandin. Ji vî alî ve baş e. Hêvîdarim cezayekî girantir bidin polîs. Di van dozan de cezayên kêm didin hêzên ewlekariyê. Ev jî rê li ber komkujiyan vedike. Heke cezayên kêm bidin polîsan dê ev kuştinên zarokan bidomin.”    EV 7 SAL IN CEJNAN PÎROZ NAKE    Dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan ji roja kurê wê hatiye qetilkirin heta niha tu cejnan pîroz nake. Dayik Kazanhan got ku ew dikevin sala 8’an û ev tişt anî ziman: “Tenê di cejnekî de jî min cilên cejnê li xwe nekirin. Ji vir û şûnde jî ne dikirim û ne jî li xwe dikim. Tu heqê wan li ser me nebû ku ev bi serê me anîn. Nîhatê min zarok bû, bêguneh bû. Heke xeletiyeke wî hebûya jî bila bi milê wî bigirtina û biribûna dozgeriyê. Bila dozger û dadger jî hinek bifikirin. Heke ez biçim bi vî rengî dilê wan bisojim, gelo dê çi bi min bikin? Lê tenê 13 sal ceza dan polîsê kujer. Gelo ma wijdana we vê qebûl dike? Bi hezaran zarokên kurd ên bêguneh tên girtin. Dema di destê yekî de rengên kesk, sor û zer dibînin demildest digirin. Ev neheqî ye. Em li mala xwe, li ser xaka xwe ne û tenê heqê xwe dixwazin. Ez heqê zarokê xwe dixwazim. Bila cezayê muebbetê bidin wî polîsî. Nexwe ez heqê helal nakim. Min gelek êş kişand... Ahmet Davutoglu digot; ‘polîsan Nîhat nekuştiye.’ Îşala ew jî hemû êşên min bikişîne.”   ‘LÊPIRSÎNEKE BAŞ NEHAT KIRIN’   Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ku parêzerê malbatê ye jî anî ziman ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Di tevahiya pêvajoya darizandinê de faîl nehatin diyarkirin û di vê mijarê de israreke wan hebû. Daxuyaniyên rayedarên hikûmetê bandor li ser lêpirsînê kir. Heke dîmen derneketibûna, dê mîna dosyayên din ev dosya jî bi necezakirinê bi encam bûbûya. Ceza li faîl hatiye birîn lê dilê me bi vî cezayî rehet nebû. Ji ewil cezayê muebbetê li faîl hate birîn lê bi hinceta ‘tehrîkirina nerewa’ cezayê wî daxistin 13 salan. Baş e lê li vir tehrîkirineke çawa heye? Hema zarokekî 12 salî kevir jî biavêje ma dê çawa bo aliyê din bibe ‘tehrîkirina nerewa?’ Ku di dîmenan de tiştekî wisa xuya nake jixwe. Me îtîraz kir lê dadgeha herêmî guh neda. Me jî şand îstînafê. Li wir hate erêkirin. Me jî bir Dadgeha Bilind. Li wir jî hate erêkirin. Me jî ev xisûse nirxandin û dosya şande AYM’ê. AYM’ê jî em mafdar dîtin û ji bo jinûvedarizandinê dîsa şand dageha herêmî.”    DI BINPÊKIRINÊN MAFAN DE BIRYAREKE MÎNAK E   Dîlsîz, da zanîn ku biryara hatiye dayîn ji bo dosyayên binpêkirina mafan dê bibe mînakek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku di demên dawî de bi taybet jî di bûyerên bi vî rengî de hêzên ewlekariyê tên parastin. Bi dehan dosyayên bi vî rengî hene. Qet nebe dê ev biryar bibe biryareke mînak. Dê êdî ev kes wisa bi rehetî nekarin van tiştan bikin. Gotinên Soylu yên weke ‘lingên wan bişikînin’, cesaretê dide hêzên ewlekariyê. Rayedaran hewl dan dosyaya Kazanhan jî bigirin. Lê em li ser dosyayê baş xebitîn. Heke AYM nebûya jî dê me dosya bibira Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Di dosyayên wiha de ji bo ku kujer bên girtin û darizandin çi ji destê me were em ê bikin. Hêvîdarim ku ji bo dosyayên bi vî rengî bibe mînakek û êdî binpêkirinên mafan neyên kirin. Biryara bihincet a AYM’ê hêj nehatiye şandin. Piştî biryarê dê ji dadgeha herêmî re bê şandin. Dadgehên herêmî neçarin biryarên DMME û AYM’ê pêk bînin. Lê êdî daraz ketiye halekî wisa ku bi van biryaran nakin. Hêvîdarim li gorî biryara AYM’ê tevbigerin.”