Konferansa Lubnan-Kurd a li Beyrûdê dest pê kir 2022-05-29 12:29:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa diyalogê ya Lubnan-Kurd ku bi sernavê “Ber bi Jiyaneke Hevpar û Hemwelatiya Wekhev ve” li Beyrûdê tê lidarxistin, dest pê kir.    Konferansa diyalogê ku bi mebesta xurtkirina têkiliyên di navbera kurd û ereban de tê lidarxistin, li paytexta Lubnanê Beyrûdê bi ser navê “Ber bi Jiyaneke Hevpar û Hemwelatiya Wekhev ve” dest pê kir. Welatiyên ermen û suryan jî beşdarî konferansê bûn.   Di konferansê de saziyên weke Navenda Lêkolînan a Lubnanê, Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê, Komeleya Jiyanê ya Jinan, Musawat Werde Bitrus û gelek saziyên din beşdar bûn. Di beşa ewil a konferansê de dê mijarên “Dîroka têkiliyên kurd-ereban, hebûna kurdan a li Lubnanê, polîtîkayên mêtingeriyê, destwerdanên herêmî, bandora amûr û zîhniyeta netewe dewletê ya li ser têkiliyên di navbera kurd û ereban de” bên nîqaşkirin.    Di beşda duyemîn a konferansê de jî ku dê saet di 13.00’an dest pê bike dê ev mijar bên nîqaşkirin: “Yekitiya gelên herêmê ya li hemberî pirsgirêkan, çanda pêkvejiyanê û biratiya gelan, rola bingehîn a jinan a di demokratîkkirina civakê de, çareserî û projeyên weke neteweya demokratîk û hemwelatiya wekhev.”