Malbata Şenyaşar: Yên ku çavên xwe li zilmê digirin dê ji mirovbûna xwe bibin 2022-05-29 14:13:51   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 447’an de jî berdewam kir. Malbatê diyar kir ku kesên çavên xwe ji zilmê digirin, dê ji mirovbûna xwe bibin.    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 447’an de jî berdewam kir. Ji ber ku di rojên betlaneyê de deriyê edliyeyê nayê vekirin, malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Ji bo ku balê bikişînin ser mitînga kedkarên tenduristiyê ya li Enqereyê, Mitînga Spî etîket kir û ev peyam dan: “Her kesê ku bûye şahidê zilmê lê jinedîtî ve tên çawa ku heysiyeta xwe winda dikin, rojekê dê ji mirovbûna xwe jî bibin... Ji bilî Fakibaba û Gulpinar, hemû kesên di nava partiya desthilatdar de çavên xwe li zilmê digirin. Yên ku çavên xwe li zilmê digirin nikarin derkevin nava gel.”