ROJEVA 30'YÊ GULANA 2022'YAN 2022-05-30 09:00:07 * Hevserokê MED-TÛHAD-FED'ê Zekî Baran, bang kir ku li dijî tecrîda li ser Ocalan herkes destê xwe bixe bin kevir û ji bo bi dawîkirina tecrîdê tekeve nav liv û tevgerê. * Nivîskar Firat Can ku di girtîgehê de 3 pirtûkên têgehên “Şîn” û “Hêvî” tê de derbas dibin nivîsandin diyar kir ku hêza ku van pirtûkan binivîse ji têkoşînê girtiye û wiha got: "Cihekî ku hêvî hebe mirov dikare behsa azadiyê bike. Yên ku di hucreyên Şamê de ez li ser linga girt im yek jî hêvî bû. Bi hêviya azadiya gelê kurd min li ber xwe da."   * Lîstikvanên Şanoya Mencelê ku lîstikên wan bi hincetên "teknîkî" hatin astengkirin gotin: "Em ê bi serbilindî hunera xwe bidomînin."    * Şaredariya Êlihê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ava qenalîzasyonê direjîne çemê Êlihê. Ji ber vê bêhneke nexweş li derdorê belav dibe.    * Astengdarên Amedê, diyar kirin ku ji ber xerabûna şerîdên ku ji bo wan li ser peyarêyan hatine bi cihkirin, astengên ku ji bo kêmkirina xizê li ser rêyan hatine danîn û dagirkirina peyareyan êdî nikarin li derve gav biavêjin.    * Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam dike.    * Danişîna doza Rojnameger Remezan Olçen wê li 2'yemîn Dadggeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza Endama Meclisa Şaredariya Erxenê Ceylan Aslan wê 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-17.00)   * 13'emîn danişîna Doza Kobanê wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê bike. Beriya danişînê wê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li pêşiya kampûsê daxuyanî bide. (10.00-ZINDÎ)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Mêrsînê, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wê li Parqa Ozgur Çoçûkê daxuyanî bide. (12.30)   * Derbarê Doza Kobanê de wê li gelek navendan daxuyanî bên dayîn. (13.00-17.00)