Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin 2022-05-30 12:52:38   AMED - Danişîna derbarê Endama Meclîsa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan de hatiye vekirin, ji bo li benda encama lêkolînên materyalên dîjîtal were mayîn, hate taloqkirin.    Danişîna 4’emîn a doza derbarê Endama Meclîsa Şaredariya Erxeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ceylan Aslan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Aslan tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Bûrhan Arta di danişînê de amade bû.    Dozger xwest ku li benda encama lêkolînên materyalên dîjîtal ên dema binçavkirina Aslan de hatibûn bidestxistin, bê mayîn. Parêzer Bûrhan Arta jî heman daxwaz kir û xwest ku qedexeya derveyî welat a Aslanê bê rakirin.    Dadgehê ji bo li benda encama lêkolînên materyalên dîjîtal were mayîn, danişîn taloqî 26’ê Îlonê kir.