Hevşaredara Bismilê tehliye bû 2022-05-30 13:00:29   AMED - Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer ku ji peywirê hatibû girtin û girtî dihat darizandin, di danişîna doza xwe de tehliye bû.    Polisan di 16'ê adarê de bi ser mala Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer de girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştre jî Ozer hatibû girtin û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin. Danişîna doza ku li Ozer hatibû vekirin li 11'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ozer, ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û parêzerên wê Mehmet Emîn Aktar, Serhat Karaşîn û Serdar Mûhammed Ozer li danişînê amade bûn.    Her wiha Hevserokên HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ku bi Ozer re ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û xizmên Ozer jî dozê şopandin.   OZER SÛCDARIYÊN LI DIJÎ XWE RED KIR   Ozer ku bi kurdî parastina xwe kir, sûcdariyên li dijî xwe red kir û got ku bi nasnameya xwe ya siyasî tev li çalakî û bernameyan bûye û tev li tu çalakiyeke ne qanûnî nebûye.    PARÊZERAN OZER PARAST   Parêzerên Ozer, Mehmet Emîn Aktar, Serdar Mûhammed Ozer û Serhat Karaşîn jî piştî Ozer mafê axaftine girtin û parastina muwekîla xwe kirin. Her sê parêzeran jî destnîşan kir ku xebatên ku muwekîla wan kiriye xebatên siyasî ne û nikarin weke sûc bên hesibandin û daxwaza beraeta wê kirin.    OZER TEHLIYE BÛ   Piştî navbereke kurt heyeta dadgehê, bi şertê kontrola edlî ya derketine derveyî welat biryara tehliyebûna Ozer da û danişînê taloqî 24'ê cotmehê kir.