TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e 2022-05-30 15:11:35   AMED - TUAY-DER’e derbarê binpêkirinên mafên girtiyan û girtiyên ku herî dawî di girtîgehe de jiyana xwe ji dest dane de daxuyanî da û dest nişan kir ku bingêha hemû pirsgrikan tecrîd e û heta tecrîd û sepanên bê hiqûqî bi dawî nebin wê li pêy şopa wan bin.   Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, derbarê girtiyên ku di demên dawî de di girtîgehe de jîyana xwe ji dest dane û tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan de, li ber avahiya xwe daxuyanî da. Endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Komeleya Hiqûqnasen Ji bo Azadiyê (OHD) Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) û Dayikên Aştiyê di daxuyaniyê de amade bûn.   Hevserokê TUAY-DER’a Amedê Mehmet Gunduz daxuyanî xwend. Gunduz, bi lêv kir ku ji ber polîtikayên antî demokratik ên di girtîgehan de her ku diçe binpêkirina mafan zede dibin. Gunduz tekildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Ji ber sepanên bê hiquqî desthilatdar girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû dihelin, girtiyên ku cezayê xwe qedandine infaza wan tê şewitandin, girtiyan sirgunî dûrî malbatan dikin. Girtî rastî îşkenceyan tên. Her wiha lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin, mafê girtiyan ê nexweşxaneyê û edaletê bi sêpanên bê hiqûqî tên binpêkirin.”   ‘GIRTIGEH BÛNE CIHÊ MIRINE’   Gunduz, bal kişand ser girtî Sadik Ûgûr ku di Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê de jiyana xwe ji dest dabû û wiha got: “Em vê yekê weke mirineke normal qebûl nakin. Hemû kes dizanê ku di girtîgehan de mirina normal nabe. Di nav salekê de Mehmet Alî Çelebî, Bangîn Muhammed, Abdulrezzak Şûyûr, Halîl Guneş, Sînan Kaya, Şervan Can Guder, Mehmet Hanîfî Bîlgîn, Vedat Erkmen, Ramazan Tûran, Ferhan Yilmaz û herî dawî jî Siddik Ûgûr di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.  Girtîgeh edî bûne cihe mirine.”   ‘ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK’   Di berdewama axaftina xwe de Gunduz, destnîşan kir ku her sal ji ber binpêkirina mafan bi sedan girtî jîyana xwe ji dest didin û di derbarê binpêkirina mafên girtîgehan de wiha axivî: “Girtîyan diavêjin hucreyan. Rayedarên girtîgehan zext û tûndiyan li ser girtiyan ferz dikin. Xwarinên paqîj nadin girtiyan, li gorî dilê xwe cezayan didin girtiyan. Dest deynin ser nameyên wan. Girtiyên nexweş nayên derman kirin. Herwiha qawişên qelebalix, muayeneya bi kelemçe dikin, dermanên girtiyan nadin, dest deynin ser pirtûkên wan, spor, çand û axaftin ji girtiyan re tên qedexekirin. Kalorîfer naxebitin, zarokên ku bi dayika xwe re di girtigehe de ne mafê wan nayê parastin, kesên ku diçin serdanê rastî tûndiyê tên.  Mafê serdanê tê binpêkirin. Ew binpêkirina mafan hemû îşkenceya sîstematîk e. Her sal ji ber gelek girtiyên nexweş nayên derman kirin û berdan jiyana xwe ji dest didin.”   DAXWAZÊN WAN   Gunduz, diyar kir ku bingeha van hemû pirsgirekan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e, divê ev tecrîd bi dawî bibe û daxwaziyên xwe wiha rêz kirin:    “*Kesen ku ji wan mirinên ku bi guman qewimîne re berpirsyar in bila li pêşberî dadgehê hesab bidin.   *Bila pêşiya zext, tundî û îşkenceyên li girtîgehê bê girtin.   *Bila qedexeyên ku li gorî dile girtîgehe tên kirin, bên rakirin.   *Bila mafê girtîyên nexweş ên bên derman kirin bi awayekî mirovî pêk were.   * Ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareser bibe çi ji destê me were em ê bikin. Em ê heta dawî li pêy şopa van pirsgirekan bin da ku bi dawî bibin.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtîyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.