ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN 2022-05-31 09:00:01   * Hişyar Ozsoy têkildarî helwesta AKP'ê ya ji bo berfirehkirina NATO'yê ku wekî şert meseleya kurdî datîne holê got: "Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike."    * Sekretera Giştî ya OHD'ê Rengîn Ergul destnîşan kir ku ger Tirkiye li gor tenbiyên Komîteya Wezîran tevbigere dê piştî 25 salên girtinê azadiya fizîkî ya Ocalan bê nîqaşkirin û got: "Tirkiye mecbûr e li gor vê tevbigere. Divê em di vî warî de zorê bidinê."    * Qeyûmê Şaredariya Êlihê ji bo tabeleya li têketina bajêr a li ser “Kadîm topraklarin modern şehrî Batman” nivîsandî 690 hezar TL xerc kiriye.   * Xwarinên xwecihî yên Amedê wekî "Mitbexa Tirk" hatin berpêşkirin. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî destnîşan kir ku ev yek parçeyeke înkarê ye.    * Lêkolîner-nivîskar Yûsûf Baran Beyî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gotinên li ser "beka"yê ji ber hebûn kurdan e û ji bo malbata Barazanî jî got: "Divê ji dîrokê rewşê fêm bikin."    * Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 449'an de berdewam dike.    * Danişîna doza ku ji ber tevlîbûna kampanyaya Gerînendetiya Rojnameya Ozgur Gundemê li rojnameger Can Dundar hatibû vekirin wê li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.40)   * Danişîna doza ku li rojnameger Derya Okatan hatiye vekirin wê li 39'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin.(12.20)   * Nobetên edaletê yên malbatên girtiyan wê li Amed, Îzmîr û Stenbolê berdewam bikin. (12.30-16.00) ZINDÎ   * Ji bo ku careke din derbarê dosya Fehmî Tosûn ku di bin çavan de hatibû windakirin de darizandin bê kirin wê Dayikên Şemiyê ÎHD û TÎHV, li ber Edliyeya Kuçukçekmeceyê daxuyaniyeke hevpar bidin. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Amedê wê derbarê Doza Kobanê de li Meydana Deriyê Çiyê daxuyanî bide. (18.00)