Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye 2022-05-31 09:38:29   ÊLIH– Qeyûmê Şaredariya Êlihê ji bo tabeleya li têketina bajêr a li ser “Kadîm topraklarin modern şehrî Batman” nivîsandî 690 hezar TL xerc kiriye.   Derket holê ku Şaredariya Êlihê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin tabelaya li têketina bajêr a li ser “Kadîm topraklarin modern şehrî Batman” nivîsandî 690 hezar TL xerc kiriye. Tabela li ser rêya Êlih-Amedê ye. Cara ewilî ji ber ku kurt bûye hatiye rakirin û di 22'yê Îlona 20221'ê de bi usûla îhaleyê cardin hatiye çêkirin. Kesê bi navê Yîgît Gokşen bi tena serê xwe ketiye îhaleyê û îhaleyê bi 690 hezar TL'yî wergirtiye. Tabela meha borî cardin li cihê berê hatiye bi keyskirin.   ‘POLÎTÎKAYA TALANKIRINÊ...'   Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin got: "Ji bo tabelayekê xerckirina ev qas pere polîtîkaya talankirinê ye." Kokrmaz ragihand ku qeyûmê ku şaredarî di nava deynan de hiştiye ji dêvla ku deynan bide pereyê gel belawela dike û got: "Ev qas pere hatiye xerckirin û bi ser de jî tenê bi tirkî ye. Li vî bajarî kurd û ereb dijîn. Lê zimanê wan ji nedîtî ve tê. Ev nayê qebûlkirin. Demildest divê dawî li vê talanê bê."    MA /Fethî Balaman