Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî 2022-05-31 11:18:30   RIHA - Wezareta Karên Hundir, ragihand ku Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku fermana komkujiyên Enqere û Pirsûsê dabû û qaşo Tirkiye lê digere li gundê Harabat ê bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye dijî. Hat diyarkirin ku bersûcê firar ê komkujiyan Denîz Buyuçelebî jî li Şamê girtî ye.    Danişîna doza Komkujiya Pirsûsê ku di sala 2015'an de pêk hat û 33 ciwanên sosyalîst têde jiyana xwe ji dest dan wê sibê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê bê dîtin. Di danişîna dawîn ku di 18'ê sibatê de hatibû dîtin de li ser daxwaza parêzeran heyeta dadgehê ji gelek saziyan re 27 muzakereyan nivîsandibû. Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ya girêdayî Wezareta Karên Hundir, bersiv da muzakereya dadgehê. Miduriyetê di bersiva xwe de ji dadgehê re ragihand ku Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku fermana komkujiyên Enqere û Pirsûsê dabû û qaşo Tirkiye lê digere di gulana 2021'ân de li gundê Harabat ê bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye hatiye dîtin.    Emniyetê, derbarê bersûcê firar ê komkujiyan Denîz Buyuçelebî de jî ji dadgehê re ragihandiye ku Buyukçelebî di meha tebaxê ya sala 2019'an de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin û li Şamê tê girtin.    'TÊ ZANÎN KU LI KUDERÊ NE'   Parêzerê Platforma ji bo Pirsûsê Edalet Serdil Îzol, derbarê mijarê de axivî û bi kurtasî ev tişt gotin: "Di rastiyê de îstixbarat cihê bersûcan dizane. Lê rexmî vê jî beriya niha agahiyên cuda şandibûn. Rexmî ku ev agahî di destê wan de hebûye jî beriya li gel ku hatiye xwestin jî nehatiye şandin. Ji bo cezakirina faîlan rexmî ku me hemû delîlan pêşkêşî dadgehê kiriye jî tenê li bersûcek (Yakûp Şahîn) ceza hatiye birîn. Bi vê hat xwestin ku doz bê girtin. Em ê vê dozê bişopînin û herkesê ku dibêhe ez demokrat im divê li vê doze xwedî derkeve. Ev doz didome û bi belgeyên nû hêzên tarî yek bi yek dertên holê. Em li bendê ne ku herkesê ji xwe re dibêje ez mirov im di 1'ê hezîranê de bê Kampûsa Girtîgeha Hewagê. Ji bo ku hemû faîl derkevin holê tişta ji destê me bê em ê bikin."   MA / Emrûllah Acar