Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist 2022-05-31 11:37:52   STENBOL - Mûrat Gunturk, diyar kir ku beriya ku bikeve girtîgehê dibistan nexwendibû û girtina xwe veguherand firsendekê û got: “Her girtiyê siyasî ku dikeve girtîgehê kesayeteke ku li ser navê civakê li ber xwe dide ye.”   Girtiyê nexweşê giran Mûrat Gunturk ku di 11’ê Adarê de hate berdan û piştî 4 sal û 8 meh cezayê wî yê girtîgehê qediya ji Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê hate berdan, di çalakiya greva birçîbûnê ya di 26’ê Gulana 2019’an de bi daxwaza tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ketibûyê felca qismî derbas kir. Di sala 2020’an de teşhîsa penceşêrê danîn ser Gunturk ê tedawiya wî hate astengkirin.   Gunturk, piştî ku di dema emeliyatê de ji sedî 99 girêka di serî wî de hate tespîtkirin û hate wergirtin careke din şandin girtîgehê. Gunturk ê ji ber nexweşiyê bi awayekî qismî bîra xwe winda kir, daxwaza wî ya ji bo girêka ji sedî 1’ê ku careke din emeliyat be ji aliyê girtîgehê ve hate redkirin. Gunturk ê tê payîn ji nû ve emeliyat bibe binpêkirinên mafan ên jiyan vegotin.    DI BINÇAVAN DE ÎŞKENCE LÊ HATE KIRIN   Gunturk ê pêvajoya xwe ya binçavkirinê vegot, diyar kir ku polîsên ku bi ser mala wî de girtin weke ku biçin şer deriyê xaniyê wî şikandine û ketine hundir, çek xistiye serê herkesê û her tim gef li wan xwarin e. Gunturk, da zanîn ku polîsan îşkence jî li wî kirine û got: “Di hucreya yek kesî ku li qereqola tê de hatim ragirtin de dan û standina hewa nebû. Dema ez piştî 6 rojan derketim min ferq kir ku rûyê min reş bûye. Ez fikirîm ku ji bê hewayiyê hucreyên di rûyê min de mirî ne. Di çarçoveya dosyayê de 18 kes hatibûn binçavkirin. Piştî danişînên hatin dîtin 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.”   ‘CEZAYÊ LI MIN HATE BIRÎN MIN VALA DERXIST’   Gunturk, anî ziman ku dadgehê bi lez û bez dosya girt û got: “Me dizanî ku edalet pêk nayê û texmîn dikir ku pergala desthilat û berjewendî perestan dê çi bike.” Gunturk, bi lêv kir ku tevî cezayê lê hate birîn jî moralê xwe xerab nekir, ev rewş vegerand firsendekê û wiha berdewam kir: “Me bi çavê akademiyekê li girtîgehê dinêrî. Bi hişmendiya ku ne tenê çar dîwar in ez çûm. Min dibistan nexwendibû û min ev rewş vegerande avantajekê. Mirovek keyfxweş dibe ku nexwendiye? Heke min bixwenda wê karîbûna min xistine qalibekê de. Lê zanîna ku min di girtîgehê de bidestxist û bi lêhûrbûnên xwe yên li ser mirovahî, xweza û dîroka gerdûnê min ceza vala derxist.”   ‘MIRIN HATE KUŞTIN’   Gunturk, anî ziman ku bi lêkolîn û zanînê xwe û civak zêdetir nas kiriye û wiha pê de çû: “Ez bi vê hişmendiyê tev li çalakiya greva birçîbûnê bûm. Me dizanî dê li wir tenduristiya me zirarê bibîne. Me her tişt berçav girt. Ji bo me mirin nebû. Ji ber ku mirin di Zindana Amedê de hate kuştin. Di vê xetê de mirin tune bû. Rojeke ku em ketin meha sêyemîn dema min pirtûk dixwend, min dengê teqîneke dijwar bihîst. Di wê kêliyê de hevalekî din hebû. Mi ji wî pirs kir ku teqîn bihîstiye an nebihîstiye. Wî jî got tu deng nebihistiye. Pişt re min ferq kir ku teqîn di nava mejiyê min de pêk hatiye. Pişt re min hîs kir ku êşan dikişinim. Lê ji ber di çalakiyê de bûm, min ji kesê re ev tişt negot. Dema ez sibê hişyar bûm jî min di aliyê laşê xwe yê çepê sarbûnek hîs kir. Ji ber zerara li loba rastê ya mijiyê min, aliyê laşê min yê çepê bi awayekî qismî felç bû.”   ‘PEYWÎRA XERAB BIKARANÎ’   Gunturk, diyar kir ku ji ber çalakiya wî berdewam kir neçû cem revîr an bijîşkî, piştî çalakiya wan bi dawî bû çûye cem bijîşk û aciziya xwe ji bijîşk re gotiye lê bijîşk ew guhdar nekiriye. Gunturk, bi lêv kir ku bijîşk îxanetî pîşeya xwe kiriye û got: “Bijîşk rewş bi awayekî biçûk nirxand û çend derman dan.” Gunturk, da zanîn ku pişt re dîsa serî li revîrê daye, derziyek lê dane û ev tişt got: “Min ne zanî derzî ya çiye. Qasî 4 mehan min nekarî ji ber derziyê bimeşim. Ez heman janê hîs dikim. Difikirim ku bijîşk peywîra xwe xerab bikaranî ye.”   BIJÎŞK BINPÊKIRIN FÊM KIR   Gunturk, diyar kir ku dema piştî salekê dîsa çû nexweşxaneyê rewş hate fêmkirin û wiha pê de çû: “Bijîşk çawa li raporan nêrî binpêkirin fêm kir. Xwest ez bil ez emeliyat bim. Ji ber min jî bawerî pê anî min qebûl kir. Cîdîbûna wê ji min re vegot. Li vê derê tişta balkêş bû helwesta cendermeyan. Cendermeyan bi gotinên ‘Dewlet li van dinêre. Heke di destê min de bûye…’ dixwestin min tehrîk û provoke bikin. Dema ez birim lavaboyê hewl didan li min bidin. Heke li her derê kamera nebûne wê li min xistibûna.”   EMELIYATA DUYEMÎN JÊ RE NEHATE RAGIHANDIN   Gunturk, da zanîn ku daxwaza bijîşkan a emeliyata duyemîn ji wî re nehatiye ragihandin û got: “Bi ser emeliyata ewil re salek derbas bû. Lê agahiya min nû jê çêbû.” Gunturk, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û destnîşan kir ku zext bênavber didomin. Gunturk, vegot ku li qawişên wan her tim lêgerîn hebûn, dest danîn ser pirtûk û nîşeyên wan û bi lêv kir ku ji ber nîşeyên ku nivîsîn derbarê wan de lêpirsîn dihate vekirin. Gunturk, da zanîn ku girtîgehê pirtûka bi navê “Belavkirina desthilatê (iktidarı dağıtmak)” nedigirtin hundir û wiha domand: “Dema me ji wan dipirsî çima pirtûkê nagirin hundir, ji me re digotin ji ber navê wê nagirin hundir. Ji me re pirsa ‘Hûn ê desthilatê belav bikin?’ kirin Desthilata serweriya zilam, bêexlakiya herî mezin ku li civakê tê ferzkirine. Bifikirin, rêveberiya girtîgehê bêyî ku qedexebûna pirtûkê binêre dikare ji ber navê wê dest dane ser pirtûkê. Bi vê mînakê mirov dikare bêhiqûqiya tê ferzkirin bibîne. Ya di êdî hûn bifikirin.”   LI SER NAVÊ CIVAKÊ LI BER XWE DIDIN   Gunturk ê dîwarên girtîgehê weke destpotîzmê bi nav kir, gotinên xwe wiha domandin: “Lê me bi berxwedana xwe firsend nedidan wan. Me dît ku çi li kesên ne li ber xwe didin dikin. Rastî gelek pêkanînan dihatin. Me ev pêkanîn red dikin û berteka xwe nîşan dida. Ev yek jî diçû zora wan. Ji me re digotin ‘Hûn cesaretê didin wan’. Ji xwe em ê cesarete bidin wan. Her girtiyê siyasî ku di zindanê de ye esas kesayetên li ser navê civaka xwe li ber xwe didine. Ew tişta li wir tê kirin ne li kesan li civakê tê kirin. Heke zindan bên windakirin wê her mal bibe zindan. Ji xwe hişmendî veguherîne.”   ‘TIŞTÊ HATIYE DIZÎN MIN DÎSA QEZENÇKIR’   Gunturk, anî ziman ku li girtîgehan ketiye ferqa gelek tiştan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov li pişt xwe dizivire û dinêre ferq dike ku kêm jiyaye. Ez nikarim bêjim min tiştek li xwe zêdekiriye. Di zindanê de meyla we ya li cewhera xwe, yanî ber bi nirxên civakî û gerdûnî ve zêde dibe. Tevî vê yekê tu dikevî ferqa cîdiyeta têkoşînê. Tu lêgerîna di çavên zarokekî de dibînî. Tu dest bi hîskirina evîna xwezayî ya dayikekê dikî. An jî dema tu li mirovekî bindest dinêrî tiştên ku te jiyane hîs dikî. An jî dema tu li darekê jî dinêrî tiştên ku beriya niha te nedîtine, tu dibînî ku nêrîna ji te hatiye dizîn tu dîsa qezenç dikî.”   HERKESÊ JI XWE RE GIRTÎGEHEK AVAKIRIYE   Gunturk, destnîşan kir ku derî û dîwarên girtîgehê weke sînor tên diyarkirin lê ev wan asteng nake û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên siyasî yên di zindanan de, ew mirovên ku gerdûnê dijîne. Mirovên herî azad in. Ji ber ku berxwedanek heye. Hesret û ferqkirina jiyanê heye. Divê jiyan tenê ji dayîn û stendina bêhnê nebe. Dejenerebûna beriya 5 hezar salan berdewam dike. Pîvanên etîk û estetîk, exlaqê û xerca civakê ya bingehîn e berdewam dike. Her ku diçe rewşeke girtîgehê tê jiyîn. Ev civak bi rastî xetereyan nabîne an jî bi rastî bêhestiyar tevdigere? Dema ez derdiketim diçûm dereke û navnîşan dipirsîn gelek zehmetî dikişand. Herkes ketiye nava telefonan. Herkesê ji xwe re girtîgehek ava kiriye.”   MA / Mehmet Aslan