HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da 2022-05-31 13:44:53   ENQERE - HDP’ê têkildarî jinên siyasetmedar ên li Êlihê hatine binçavkirin daxuyanî da û wiha got: “Em ê hêviya xwe mezintir bikin û jiyana nû bi pêşengtiya jinan ava bikin.”    Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede têkildarî binçavkirina 15 siyasetmedarên jin ên Êlihê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku her roj operasyoneke nû li operasyonên girtin û binçavkirinê tên zêdekirin û ev tişt hatin parvekirin: “Bi van operasyonan hewl didin rejîma îstîbdatê ya AKP-MHP’ê bikin yek. Desthilatdariya siyasî bi van sepanên derhiqûqî ku bi destê darazê dike re hewl dide siyaseta demokratîk tesfiye bike. Desthilatdariya siyasî bi taybet jî ji 2015’an ve bi şêwazê siyaseta milîtarîst tevdigere û dixwaze tirsê berbelav bike. Êrişên wan ên li dijî partî, rêveber, bijare û jinan, nîşaneya tirsa wan e.”   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tifaqa AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên milîtarîst re li ser demokrasiya vî welatî gefa herî mezin e. Dê nekare bi van polîtîkayên xwe yên derhiqûqî emrê xwe dirêj bike.Tevî vê polîtîkaya xwe ya zextê jî nikare pêşî li têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê bigire û dê nekare jî. Em ê hêviya xwe hîn mezintir bikin û jiyana nû bi pêşengtiya jinan ava bikin.”