Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn 2022-05-31 14:23:06   RIHA - Sedat Odumlu û Abdûlhalik Orak ku li girtîgeha lê tên ragirtin, bi hinceta ji “Rêveberiya KCK’ê’ re name nivîsandine, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê doz wan de hatibû vekirin, beraet kirin.    Derbarê Sedat Odumlu û Abdulhalik Orak de bi îdiaya ku nameyeke tê îdiakirin ji “Rêveberiya KCK’ê” re hatiye nivîsîn di lêgerîna li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê de hatiye dîtin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Orak ê îfade dabû serdozgeriya Komarê diyar kiribû ku nameya qala wê tê kirin ya wî ye û ji Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re nivîsandiye. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ku derbarê bûyerê de îdîaname amade kir îdia kiribû ku Odumlu û Orak di nav “hiyerarşiya rêxistinê” de cih digirin “têkiliyeke wan a organik bi rêxistinê re” heye û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” heta 15 salan cezayê hefsê xwestibû.    Di encama darizandinên li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hatin kirin de derbarê Odumlu û Orak de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 26’ê Hezîrana 2020’an de biryara mehkumiyetê derket. Dozgerê ku derbarê esasa darizandinên hatin kirin de mutalaa xwe dabû diyar kiribû ku ji bo sûcê “Endamtiya rêxistinê” pêk were divê berdewamiya çalakiyan hebe, ji bo kesên di girtîgehê de ev yek ne pêkan e û ji ber delîlên şênber û pêbawer nehatine dîtin û xwestibû biryara beraetê bê dayîn.    Şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Orak 6 sal û 3 meh, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Odumlu jî 10 meh û 9 roj cezayê hefsê birîbû.    ÎSTÎNAFÊ BIRYAR XERA KIR   3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê di 27’ê Nîsanê de hukmê têkildarî biryarê xera kir û şande dadgeha dereceya ewil. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê di 30’ê Gulanê de derbarê Odumlu û Orak de biryara beraetê da.    ‘WÊ BIBE EMSAL’   Parêzerê Odumlu Bekîr Benek ku biryar nirxand, destnîşan kir ku wê biryar bibe emsal û wiha got: “Ji hiqûqî ne pêkane ji endamtiya rêxistinê li kesên di girtîgehê de ceza were birîn. Dema kes hate girtin têkiliya wî û rêxistinê qût dibe. Ne pêkane ku kesên di girtîgehê de kar û barên rêxistinê bikin. Ji ber vê yekê biryara beraetê ya îstînaf û dadgehê li gorî hiqûqê ye û wê bibe emsal.”