Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon 2022-05-31 14:28:30   ENQERE - Di dema dîtina danişîna Doza Kobanê de komeke ku ketiye avahiya edliyeyê li dijî HDP’ê dirûşm berz kirin û hewl dan provakasyonê bikin.    Danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de, 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Di dema danişînê de komekî hewl da li edliyeyê provakasyonan derxîne.    Kesên ku ji xwe re digotin “Xizmên Xazî û Şehîdan”, li baxçeyê edliyeyê di bin parastina polîsên Şaxa Ewlekariyê ya Enqereyê de li dijî HDP’ê dirûşm berz kirin. Koma provakator dirûşm berz kirin û ji edliyeyê dûr ketin.