Rojnemevan Derya Okatan beraet kir 2022-05-31 14:56:44   STENBOL - Rojnamevan Derya Okatan ku ji ber nûçeyek çêkiribû, bi îdiaya "bi aşkerayî heqaret kiriye" dihat darizandin, beraet kir.   Derya Okatan a dema berpirsyara miduriyeta karê nivîsê ya Etkîn Haber Ajansi (ETHA) bû, ji ber nûçeya bi navê "Platforma Jinan a Mêrsînê: Em parêzerî tacîzker Onur Kale teşhîr dikin" ku di Gulana 2016'an de hatibû weşandin çêkiribû, bi îdiaya "bi aşkerayî heqaret kiriye" doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê ya biryarê li 39'emîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Stenbolê hate dîtin. Di danîşîna ku Okatan tevlî nebûbû de parezerê wê Mehmet Alî Koç amade bû. Heyeta dadgehê bi hinceta pandemiyê çapemenî û şopîner negirtin hundir.   Dozgerê danişînê mutalaya xwe ya berê dubare kir û daxwaza beraeta Okatan kir. Parêzerê Okatanê Mehmet Alî Koç ji diyar kir kû anganştên hatine kirin divê di çarçoveya azadiya çapameniyê bên nirxandin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. Dadgeh ji bo angaştên hatine kirin tu qest û qusûr nedît û derbarê Okatan de biryara beraetê da.