Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin 2022-05-31 15:41:06   ENQERE - Di Doza Kobanê de polisan xizmên girtiyan û kesên ku xwestin dozê bişopînin negirtin hundir û dîmenên parêzer û girtiyên ku bertek nîşanî heyeta dadgehê dan kişandin.    Danişîna 13'emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarê têde tên darizandin di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. Polis, cendirme û ji komên Şaxa Ewlehiya Enqerê li ber eywana danişînê hatin bicihkirin. Li gorî rojên borî hejmara polîsan hatiye zêdekirin û hêzên çevîk qorîdora danişînê bi mertalan têje kirine. Bi "biryara serokê dadgehê" destûr nehat dayîn ku xizmên girtiyan û kesên ku xwestin danişînê bişopînin bikevin eywana danişînê. Ji wan re hat gotin ku ji bo şopandinê eywaneke din hatiye vekirin. Şopîneran vê pêkanînê qebûl nekirin û neketin eywana ku ji wan re hatibû diyarkirin.    BIRYARA GUHDARKIRINA ŞAHIDAN   Hejmareke zêde parêzer û parlamenterên HDP'ê danişînê şopandin. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê hatin amadekirin lê siyasetmedarên din ên tên darizandin û li girtîgehên cûda tên girtin bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û serokê dadgehê got ku wê şahid bên guhdarkirin. Parêzer Cahît Kirkazak li dijî vê mafê axaftinê girtin û got ku hemû parêzeran derbarê ewraq û belgenameyan de neaxivîne û daxwaza axaftina derbarê ewraq û belgenameyên çûne hatine de kir.    SEROKÊ DADGEHÊ NEHIŞT PARÊZER BIAXIVIN   Serokê dadgehê bi biryareke navberê vê daxwaza parêzer Kirkazak red kir.    Parêzer Rûken Gulagaci, bertek nîşanî biryara navberê ya serokê dadgehê da û got ku mafê darizandina adil a 108 siyasetmedaran tê binpêkirin û bi polisan re di heman paldankan de rûdinin.    Serokê dadgehê axaftina Gulagaci birî, mîqrefona wê girt û axaftina wê asteng kir. Parêzeran bertek nîşanî vê helwesta serokê dadgehê da.    POLISAN DÎMENÊ BERTEKA SIYASETMEDARAN KIŞAND   Rexmî van bertekan jî serokê dadgehê şahid Menderes Oner ji Çorûmê bi SEGBÎS tev li danişînê kir. Parêzerên ku mîqrefona wan hat girtin û destûr nehat dayîn biaxivîn deng derxistin. Serokê dadgehê ji parêzeran re got, 'Dengê xwe bilind nekin'. Rexmî berteka parêzeran jî serokê dadgehê ji şahid Oner re doznameyê vegot.    Li ser vê parêzer û siyasetmedarên girtî rabûn piyan û bertek nîşanî heyeta dadgehê dan. Polisan vê bertekê kişandin. Parêzeran bertek nîşanî dîmen kişandin polisan jî da. Serokê dadgehê ji polisan pirsa ku kes dîmen kişandiye kir.    Parêzeran li ser piya vê hwlesta heyeta dadgehê şermezar kir.    'SIYASETMEDARAN JI ÇAPAMENIYÊ NAS DIKIM'   Şahid Oner, li ser pirsa derbarê siyasetmedarên kurd de got ku siyasetmedaran ji çapameniyê nas dike û dema pêvajoya serhildanên Kobanê de ne li herêmê bûye.    Li ser pirsên derbarê KCD û PKK'ê de Oner got ku îfadeyên bi rengî nedaye polisan û ne xwedî agahî ye.    Parêzer û siyasetmedar li dijî pirsên serokê dadgehê yên ji şahid Oner derketin û gotin ku dadgeh ji şahidê xwe re kompasê çêdike.    SIYASETMEDARAN SEROKÊ DADGEHÊ VEXWENDIN WIJDAN   Di berdewamê de bi dorê Seroka Giştî ya berê ya DBP'ê Sebahata Tûncel, siyasetmedara Aynûr Aşan, Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksedag jî li dijî hewlesta serokê dadgehê û pirsên ku ji şahid kirin derketin û bang li kirin ku bi wijdan û li gorî hiqûqê tev bigere.    Li ser van îtîrazan serokê dadgehê biryara navberê da û îtîrazan re dkir û piştî guhdarkirina şahid ji bo saetekê navber da danişînê.