Li Berwariyê teqînek pêk hat 2022-05-31 15:42:18   SÊRT - Hate diyarkirin ku li navçeya Berwariyê di dema derbasbûna leşkerên derketine operasyonê de têqînek pêk hatiye û 2 jê giran gelek leşker birîndar bûne.    Li gundê Osiyan ê girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê, di dema derbasbûna leşkerên derketine operasyonê de têqînek pêk hat. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di teqînê de 2 jê giran gelek leşker birîndar bûne.    Piştî teqînê gelek helîkopter sewqî cihê bûyerê hatin kirin û leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê.