Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir 2022-05-31 16:06:55   EDENE - Dadgeha Îstinafê, biryara dadgeha herêmî ya ji bo doza şewata wargeha li Aladagê ku 11 jê zarok bi giştî 12 kes têde hatibûn şewitandin ji holê rakir û cezayê 8 bersûcan zêde kir.    Di 29'ê mijdara 2016'an de li navçeya Aladag a Edenê agir bi wargeha qaçax a cemaeta Suleymaniyan ketibû û 11 jê zarok bi giştî 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 24 zarok jî birîndar bûbûn. Ji ber vê şewatê derbarê 18 kesan de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê doz hatibû vekirin û di navbera 7 meh û 12 salan de cuda cuda ceza li 12 bersûcên şewatê hatibû birîn. Di dozê de 6 bersûcan jî beraet kiribû.    Biryara ku dadgeha herî dabû li Dadgeha Îstinafê hatibû redkirin. Îro danişîna duyemîn a dozê li 14'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêma Edenê hat dîtin.    Beriya danişînê malbatên zarokên ku jiyana xwe ji dest dane û Komeleya Mafên Civakî ku dozê dişopîne beriya danişînê daxuyanî dan. Rêxistinên civakî û partî û tevgerên siyasî piştgirî dan malbatan.    Malbatan daxwaz kir ku berpirsyarên şewitandina zarokên wan bên darizandin û cezayê ku heq dikin li wan bê birîn.    Dadgehê, hikmê ku dadgeha herêmî derbarê bersûcan de dabû ji holê rakirin û cezayê ku li 8 bersûcan hatibû birîn kêm dît û zêde kir.