Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin 2022-05-31 16:45:18   STENBOL - Ji xizmên girtiyan Fînce Akman bi lêdanê hatibû binçavkirin û destên wê hatibûn kelemçekirin. Kelemçeyên ku xistibûn destê Akman ewqas şidandibûn ku bi tornavîdayê vekirin. Akman, têkildarî tundiya lê hatiye kirin wiha got: “Çi dikin bila bikin ez ê li ber xwe bidim.”    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî tundiya polîsan ku di dema çalakiya Nobeta Edaletê de li dayikan kiribûn, li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Oya Ersoy, Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê Umît Efe, Hevserokên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nesîm Ozkan û Esen Çelîk û gelek parêzerên OHD’î jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de yek ji xizmên girtiyan Fînce Akman axivî û kêliyên êrişê wiha vegot: “Em bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin. Min nekarî xwe bilivînim. Dersoka min bi divê min ve girê dan. Hewl dan min bixeniqînin. Îşkence li me kirin. Ji bo ku nekevim min destê xwe avêt aliyekî wesayîtê lê polîsan li destê min xistin. Piştre polîsekî got; ‘tu nikarî lê bixî, bisekine ez ê lê bixim.’ Polîsek bi çoka xwe kete ser zikê min. Min dît ku 4 polîs hatin ser serê min. Polîsî ji min re got; ‘we hêza dewletê dît?’ Lê çi dikin bila bikin ez ê li ber xwe bidim. Heke bi gopal jî bimeşim dê werim ber deriyê edliyeyê. Bi me dikeniyan û digotin; ‘dewlet bihêz e, hûn nikarin têk bibin.’ Ew bi çek, tank û topên xwe jî bên dê nekarin me têk bibin. Wêrektiya me besî me ye. Em ê li dijî wan serî netewînin. Dema em dibirin nexweşxaneyê, polîsekî got; ‘li wir tiştekî nebêjin.’ Lê çawa ku em paya bûn, min qêriya û got ku ‘me li pêşiya Edliyeya Çaglayanê nobet digirt.’ Polîsan gef li kesên em dikişandin jî xwarin. Em zarokên xwe dixwazin.”    ‘EM LI EDALETÊ DIGERIN’    Ji xizmên girtiyan Kumru Akgul jî wiha qala êrişê kir: “Polîsan westin destên min kelemçe bikin û serê min biçemînin. Min jê re got ku fetqa stû bi min heye. Ez serê xwe li ber wan natewînim. Ew polîs tevek jî derdora 20 salî bûn. Min jê re got; ‘ma hûn şerm nakin’. Wan jî got; ‘bêdeng be, ji vî welatî here.’ Min jî jê re got; ‘niyeteke min a çûyîna ji vî welatî nîne.’ Min av xwest lê nedan. Gelek îşkence li me her çar dayika kirin. Em li edaletê digerin û naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin. Polîsan wateya navê keça min a Jiyanê pirsîn. Dema min jê re got; ‘Jiyan, gula Kurdistanê ye’, hewl dan li min bixin. Nizanim bê ka em birin kîjan nexweşxaneyê. Em 6 saetan di wesayîtê de man. Min got; ‘bêhntengiya min heye.’ Lê gotin; ‘li pêşiya Çaglayanê bêhna te hebû ma niha tune ye.’ Bi lêdanê dayikek bi ser hişê xwe de birin. Bi darê zorê me ji dayika Fînceyê re kek anî. Ji me re gotin; ‘ma hûn hem dagir dikin û hem jî xwarinê dixwazin.’”    ‘EM HATIN ÎŞKENCEKIRIN’   Bi domdarî Akgul diyar kir ku di dema muayeneya bijîşkan de polîsan bi darê zorê xwestin bikevin hundir û wiha pê de çû: “Em du saetan li qereqolê hiştin. Telefonên me nedan û destûr nedan ku em li parêzerên xwe bigerin. Gelek heqaret li me kirin. Dema em ji nexweşxaneyê anîn jî îşkence li me kirin. Heta parêzer nehatin, telefonên me nedan. Gef li me xwarin û îşkence li me kirin. Em vêya qebûl nakin û tişta pêwîst em ê bikin. Min ji wan re got; ‘hefteya pêşiyê ez ê li Çaglayanê bim.’”    ‘EM BI DAYIKAN RE NE’    Nûnerê THÎV’a Stenbolê Umît Efe jî got ku ew bi dayika re ne û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna herî mafdar û rewa ya dayikan e. Divê mirov fêm bike bê ka çima dayik bi destê xwe li kolanan li edaletê digerin. Îşkence, sûc e. Her wiha binpêkirina mafê fikr û azadiyan jî sûc e.” Hevseroka MATUHAYDER’ê Esîn Çelîk jî da zanîn ku ji bo bidawîkirina binpêkirinan, dayik her tim li muxatabekî digerin lê nabînin.    Parlamenter Oya Ersoy jî bal kişand ser tecrîdê û wiha derbirî: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Lê desthilatdariya AKP’ê îşkenceyê jî bes nabîne. Hema hema her roj li girtîgehan agahiya mirinê ji girtîgehan tên. Çalakiya xizmên girtiyan, çalakiyeke rewa ye. Nêzikatiya li dijî dayikan, dijminatiya desthilatdariyê ya li hemberî dayikan e. Min bi xwe şahidiya vê îşkenceyê kir. Têkoşîna me, li dijî faşîzmê têkoşîna heqîqetê ye û em ê paşdegav neavêjin.”   ‘ÎŞKENCE ÊDÎ VEGUHERIYE SEPANEKÎ ÎDARÎ’   Herî dawî jî parêzera OHD’î Şehrîban Kara axivî û wiha got: “Ev demekî dirêje ku li Tirkiyeyê ji ber binpêkirinan, girtî jiyana xwe ji dest didin. Hema hema her hefteyê agahiyên îşkence û mirinan ji girtîgehan tên. Têkildarî van binpêkirinan lêpirsîneke bibandor nayê destpêkirin. Wezareta Edaletê jî van binpêkirinan înkar dike. Malbatên girtiyan çawa ku ketin edliyeyê, polîsan mudaxaleyî wan kir. Dema li kafeyê rûdiniştin jî bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Kelemçeya plastîk a xistibûn destê Akman, ewqas şidandibûn ku neçar man bi tornavîdayê vekin. Di vê navberê de jî Fînce Akman bi ser hişê xwe çû. Li gel ku Kumru Akgul nexweşa bêhntengiyêye jî pê li ser wê kirin. Divê ev rewşa îşkenceyê ku êdî veguheriye rewşeke îdarî, bi dawî bibe. Divê ev polîs ji peywirê bên girtin, lêpirsîneke bibandor bê vekirin û pêvajoya darazê dest pê bike.”