Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin 2022-05-31 16:45:52   STENBOL - Ji bo dosya Fehmî Tosûn ku ketiye ber demboriyê ÎHD, TÎHV û malbata Tosûn, xwestin ku li gorî delîla derketiye holê ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin.    Weqfa Mafê Mirova a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komîsyona Dijî Windakirina di Binçavan de ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, Di çarçoveya 17-31'ê Gulanê Hefteya Windayan" de li ber Edliyeya Kuçukçekmeceyê derbarê dosya Fehmî Tosûn ku di bin çavan de hatibû windakirin de daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û keçên Tosûn Besna û Jiyan Tosûn tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin xwişka Hasan Ocak ku di 21'ê adara 1995'an de hat binçavkirin û ji vê rojê ve agahî jê nayê girtin Maşîde Ocak xwend.    Ocak, diyar kir ku ji ber derbarê kesên di bin çavan de hatine windakirin lêpirsîneke baş nayê kirin gelek dosya ketine ber demboriyê û wiha got: "Li Tirkiyeyê bêcezahiştina sûcên li dijî mirovahiyê didome. Ji ber ku ketiye ber demboriyê dosya Fehmî Tosûn jî hatiye girtin. Derbarê windakirina Tosûn de delîlên nû derketine holê. Em daxwaz dikin ku ji nû ve lêpirsîn bê destpêkirin."   Piştî Ocak parêzera Tosûn Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji sala 1995'an ve plaqeya wesayîta ku Tosûn pê hatiye revandin bi hinceta "veşartina jiyana taybet" nehatiye lêkolînkirin.    Dû re keça Tosûn Besna TRosûn axivî û got ku weke şahideke sûcê li dijî mirovahiyê 100 sal jî derbas bibe wê hesabê bavê xwe bipirse.     Piştî daxuyaniyê hat diyarkirin ku Eren Keskîn û Jiyan Kaya duh li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê gilî kirine û xwestine ku şahida revandina Tosûn Besna Tosûn bê guhdarkirin.