Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin 2022-05-31 16:49:35   SÊRT - Di encama serdegirtina malan a li Erûhê de 5 kes hatin binçavkirin.    Polîsan îro serê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de li Erûhê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navên Nezîr oktay, Mahmût Oktay, Nûrettîn Beştaş, Mîraç Aydogan û Muhammed Kayaci bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.    Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Erûhê.