Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin 2022-06-01 09:00:40   COLEMÊRG - Bêrîvanên Geverê bertek nîşanî polîtîkaya şer û qedexeyan a AKP-MHP’ê dan û wiha gotin: “Zozan û gundên me hatine qedexekirin. Em nikarin li ser xaka xwe bi dilrehetî bigerin. Ne dikarin pezê xwe xwedî bikin û ne jî debara xwe bikin. Bila ev şer bi dawî bibe.”    Desthilatdariya AKP-MHP’ê di polîtîkaya şer de israr dike. Di çarçoveya vê polîtîkayê de gelek zozan, gund û herêmên li bakurê Kurdistanê hatine qedexekirin. Ev yek jî bandoreke mezin li jiyana gelê kurd dike ku gelemperî dahata xwe bi sewalvanî û çandiniyê dikin. Gel nikare pezê xwe biçêrîne, xaka xwe bikêle û debara xwe bike. Li hêla din, israra AKP-MHP’ê ya di şer de rê li ber kûrbûna qeyrana aborî vedike. Bêrîvanên li gundê Zêvkan ê Gever a Colemêrgê têkildarî qedexeyan bi ajansa me re axivîn.      Ji şêniyên gund Fazîle Polat bertek nîşanî qedexeya bi salane li ser gundê wan da û wiha got: “Çima zozanên me li me qedexe dikin? Ji ber van qedexeyan pezê me telef dibe. Li hêla din her roj zemê li sotemeniyê dikin û gel bêçare dikin. Bila êdî destên xwe li ser gel bikêşin. Em ê serê xwe li ber van qedexeyên AKP’ê netewînin. Desthilatdarî cihên me yên jiyanê li me teng bike jî em ê dev ji zozanên xwe bernedin. Em nikarin pezê xwe bibin zozanan û erdê xwe bikêlin. Dewleta tirk dibêje em di aliyê mafên mirovan de pir baş in. Wê demê bila mafê gel bide. Heta ku em sax bin em ê li dijî van qedexeyan têbikoşîn.”    ‘ŞER ZIRARÊ DIDE XWEZAYA ME’   Bi domdarî Polat bertek nîşanî polîtîkayên şer ên li desthilatdariyê da û got ku di encama şer de ên tên kuştin, zarokên vî gelî ne. Polat, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şerê heyî yê li ser vê xakê, zirarê dide zarok û xwezaya me. Ji ber bi kar anîna çekên kîmyewî, xwezaya me ne wekî berê ye. Ji ber çekên kîmyewî hem em û hem jî zarok û sewalên me bi nexweşiyan dikevin. Bi polîtîkayên şer re herî zêde dixwazin jinan tune bikin lê jin ne wekî berê ne û tevî her tiştî jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em baş dizanin ku berxwedan jiyan e û em ê her tim li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”    BANGA YEKITIYA KURDAN   Têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê jî Polat ev tişt anî ziman: “Bila hemû kes êdî ji qraltiya Barzaniyan re bêje êdî bes e. Êdî xiyaneta wan nayê qebûlkirin. Banga me ji bo hemû kurdan ew e ku yekitiya xwe ava bikin û xurt bikin.”    ‘EM NIKARIN ŞIVANAN BIGRIN’   Bêrîvana bi navê Gulê Polat jî da zanîn ku dema diçin zozanan rastî astengiyan tên û wiha got: “Ji ber şerê heyî, jiyana me zehmet bûye. Leşker tên qeydiya sabiqeyê ya şivanan dibpirsin û nahêlin şivantiyê bikin. Lewma em nikarin şivanan bigirin. Lê tevî hemû zehmetiyan jî em pezê xwe xwedî dikin. Leşkeran heta niha gelek caran top li zozanan barandin û çekên kîmyewî bi kar anîn. Lewma kesek naxwaze şivantiyê bike. Zozanên me qedexe ne yan nînin ev ne bi xema desthilatdariyê ye. Pereyê wan heye û çi derdê wan ê qeyrana aborî nîne. Mazot biha dibe û em nikarin erdên xwe bikêlin. Em bi pêyan diçin û tên. Bi heqê şîrê ku em difiroşin nikarin heqê mazotê derxînin. Berê heta payîzê em li zozanên xwe diman. Lê mixabin em niha ji ber şer û qeyranê nikarin biçin.”    ‘ÇARESERÎ YEKITÎ YE’   Ji bêrîvanên gund Hatîce Polat jî da zanîn ku ev 20 sal in bêrîvantiyê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Bêrîvantî di demên berê de xweştir û rehettir bû. Lê niha ji ber qedexeyan çi xweşiya bêrîvanî û zozanan nema ye. Dema em diçin zozanên xwe, leşkerî pêşî li me digirin û dibêjin; ‘çi karê we li vir heye?’ Her tim sînorekî deynin pêşiya me. Em li nava gund hefs kirine û nikarin bi dilrehetî ser axa xwe bigerin. Tenê rêyek heye ku em ji vê rewşê xelas bibin. Ew jî yekitiya kurdan e. Heke nebin yek, dê ev nexweşî her berdewam bikin. Heta ev operasyon xelas nebin jî dê em ji vî halî dernekevin. Daxwaza me ew e ku ev şer demildest rawest e. Xêra vî şerî ji kesekî re nîne. Bi xwe re mirin, qeyran û qedexeyan tîne. Bila dest bidin hev û vî şerî bidin sekinandin.”