Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive 2022-06-01 09:04:19   STENBOL - Parlementerê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir ku di hevdîtinên dîplomatîk ên li Îngîltereyê kirin de dîtine ku haya gelek derdoran ji tecrîda li ser Ocalan heye û li dijî vê kampanya tên lidarxistin. Temellî got, partiyên muxalefetê yên Tirkiyeyê jî divê êdî derheqê Ocalan de biaxivin.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Sezaî Temellî piştî hevdîtinên li Iraqê li Îngîltereyê jî hin hevdîtin kir. Temellî li Londrayê bi parlementerên Partiya Karkeran a Îngilîz û Partiya Neteweyî ya Skotî û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan re jî rûnişt.    Temellî ku piştî serdana xwe ya sê rojan vegeriya Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa serdanên kirine kir.  MIJARÊN HATINE NÎQAŞKIRIN   Temellî diyar kir ku li Londrayê bi nûnerên partiyên muxalefetê, rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan re hevdîtinên pir girîng kirine, lê hevdîtin bi nûnerên hikûmetê re nekirine. Temellî destnîşan kir ku di hevdîtinan de şerê li Rojhilata Navîn, bi taybet jî êrişên li Rojavayê yê û Başûr Kurdistanê yên li hemberî destkeftiyên kurdan nîqaş kirine.    BERTEKA MUXALEFETA ÎNGILÎZ   Temellî diyar kir ku di hevdîtinan de dîtina berbiçav "heya meseleya kurdî neyê çareserkirin dê şerê li herêmê bi dawî nebe" bûye û got, di hevdîtinan de berteka gel a li hemberî polîtîkayên hikûmeta Îngîltereyê yên piştgiriya desthilata AKP'ê dikin dîtine. Temellî got: "Di serî de muxalefet gelek derdor hemfikir in ku dê tu çareserî ji van polîtîkayan dernekeve. Îngîltere hem ji ber ji endamtiya Ewropayê derketiye hem jî ji ber nikare hikûmetê ava bike pirsgirêkên li herêmê ji Tirkiyeyê re hiştine. Em dikarin bibêjin ku di nava meseleyên xwe yên navxweyî de digevize."    JI BO OCALAN KAMPANYAYÊ XURT   Temellî destnîşan kir ku partiyên muxalefetê û rêxistinên civaka sivîl ji bo çareserkirina şerê li herêmê dîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pir esas digirin û got: "Li Îngîltereyê sendîkaya ku 600 hezar endamên wê hene û partiyên siyasî yêng irêdayî wê ji bo azadiya Ocalan kampanyayên pir xurt bi rê ve dibin. Gava ji kesên kampanyayê bi rê ve dibin hatiye pirsîn ku 'Ji bo şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe û ji bo çareserkirina meseleya kurdî ewilî divê kîjan gav bên avêtin?' di warê azadiya Birêz Ocalan de lihevkirinek heye. Ev pir girîng e, ji lew re li Tirkiyeyê ji xeynî HDP tu muxalefetek vê dîtinê naparêze. Ev tenê ne li Îngîltereyê li gelek deverên Ewropayê jî wisa ye. Li Bexdayê jî wisa bû. Girîng e ku di çareserkirina meseleya kurdî de Îmralî wekî muxatab tê nîşandan. Li Îngîltereyê jî sernavê derket pêş jî ev bû."    MUXALEFET DIVÊ MESELEYA KURDÎ NÎQAŞ BIKE'   Temellî destnîşan kir ku piştî muxalefeta Ewropayê divê li Tirkiyeyê jî muxalefet pêşniyarên ji bo çareseriyê yên Ocalan bi heman helwestê esas bigire û got: "Muxalefet di warê Ocalan de xwe li bêdengiyek kûr daniye. Muxalefeta ku niha dibêje namzetê desthilatê ye, êdî divê têkildarî çareserkirina meseleya kurdî nîqaş bike. Her ku bê nîqaşkirin û he rku diyalog pêş bikeve dê rê li ber zemînên guftûgoyê vebin. Lê tu qet neaxivî û xwe li bêdengiyek kûr deynî, ne pêkane ku tu tevkariyê li çareserkirina vê meseleyê bikî. Her wiha şensekî me yê ku em meseleya kurdî ji meseleyên din cihê bikin tune ye. Li 40 salên dawî mêze bikin, mirov bi heman senaryoyan re rû bi rû dimîne. Û israra di vî awayî de dê bi kêrî tu kesî neyê."    GUHERANDINA DESTHILATÊ   Temellî bilêv kir ku di hemû hevdîtinan de ev tişt dîtine: "Bi Erdogan re yanî bi vê rewşê li Tirkiyeyê şansê îstiqrarê ji holê rabûye. Ji lew re desthilateke wisa heye ku ji hemû îstiqraran dûr ketiye. Biryara Bankeya Navendî bi xwe jî piştrast kiriye ku bê ka em ber bi karesateke çawa ve diçin. Ji bo vê hem di warê aborî hem jî di warê siyasî de çavdêriyan dikin. Ger tu bêjî hêvî çi ye? Hêvî bi temamî guherandina detshilatê ye."    HEYAMEKE DIJÎ ŞER   Temellî destnîşan kir muxalefet berteke mezin nîşanî hikûmeta Îngîltereyê dide ji ber ku li Rojhilata Navîn şer kûr dike û got, bi taybetî jî berteka li dijî planên êrişkar ên Erdogan ên li hemberî Rojavayê. Temellî bilêv kir ku wisa texmîn dike ku dê di pêş de hem li Îngîltereyê hem jî li Ewropayê muxalefetek xurt a li dijî şer rabe û got: "Heyameke muxalefetê ya li dijî NATO'yê, li dijî Pûtîn û li dijî Erdogan li benda me ye."    ‘DÊ AKP TÊK BIŞIKÊ'   Temellî gefên Erdogan ên li Rojavayê dixwe jî nirxandin û got: "Ev desthilat ji bo li ser pêyan bisekine tekane vebijêrka di dest wê de şer e û dibe ku girêdayî vî şerî hemû civakê ber bi tahdeyê ve bibe. Lê dê negihê mexseda xwe, ji lew re berê jî hat ceribandin. Rêyeke ku bi vê rêyê bi ser bikeve nemaye. Dê hewl bide bi vê rêyê di hilbijartinê de bi ser bikeve. Desthilat dixwaze desthilata xwe ya tu rewabûna wê nemaye bi hîle û xurdeyan li civakê ferz bike. Em bi desthilateke ku ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve tim serî li şer dide re rû bi rû ne. Ji sala 2014'an -israrkirina di 'Plana Çokşikandinê' de- heya niha welêt rûxandiye. Êdî mirov hew dikarin deyax bikin. Ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve di polîtîkaya derve de şer ceriband û niha bi vê polîtîkaya xwe ya şer dawiya rê nîşan dide. Hilbijartin çi wext be, dê wê gavê têk bişikê."    BANGAWAZÎ   Temellî di dawiya axaftina xwe de bang li muxalefetê kir: "Li dijî şer em mecbûr in bi hev re muxalefetê bi rêxistin bikin û bi awayekî bihêz li ber xwe bidin. Divê em şer û Erdogan rawestînin. Ji bo vê jî divê em hemû enerjiya xwe bi kar bînin. Em di heyameke pir krîtîk re derbas dibin. Di vê heyama krîtîk de berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan."     MA/ Ergîn Çaglar