Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin 2022-06-01 09:07:39   AMED - Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên sekinandin êriş biribûn ser xebatkarê HDP'ê Fevzî Akdemîr. Têkildarî vê êrişê çendî rapora tenduristiyê, îfadeyên şahidan û dîmenên kamerayan hene jî, cardin derbarê Akdemîr de îdianame hat amadekirin.    Celîl Begdaş, Şadîn Elhaman û Hacî Gugerê ku bi organîzasyona Wezareta Karên Navxweyî li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine rûniştandin, di 14'ê Çileya 2022'yan de pêşiya Fevzî Akdemîrê 58 salî yê notirvaniya avahiya HDP'ê dike birîbûn û êriş biribûn ser Akdemîr. Di dema bûyerê de ji êrişkaran Elhaman kulmek li Akdemîr xistibû û tiliya wî ya qereqûçkê şikiyabû. 3 teknîkerên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Tirkiyeyê (TEDAŞ) ên wê kêliyê di wir re derbas dibûn Akdemîr ji her sê êrişkaran xelas kiribûn.    Lê belê tevî rapora tenduristiyê, beyanên şahidan û dîmenên kamerayan jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê beyanên êrişkaran esas girtiye û derbarê Akdemîr de îdianame amade kiriye. Dozgeriyê îdianame bi sûcê "bi çekê bi qesdî birîndarkirin" amade kiriye û xwestiye ceza li Akdemîr bê birîn.    TEKNÎKERÊN TEDAŞ'Ê   Piştî her du alî giliyê hev kiribûn lêpirsîn dest pê kiribû. Di lêpirsînê de teknîkerên TEDAŞ'ê diyar kiribûn ku êrişkaran li Akdemîr xistiye û gumanbar Celîl Begdaş jî derpêş kiriye ku gava Akdemîr di ber wî re derbas bûye bi zincîra di dest xwe de êriş aniye ser wî û wî jî gazî Şadîn Elhaman û Haci Guger ên li wî aliyê Bûlwara Tûrgût Ozalê kiriye û wan jî ew ji hev veqetandine. Her wiha Begdaş îdia kiriye ku Akdemîr bi zincîra di dest xwe de li Şadîn Elhaman xistiye. Begdaş di îfadeya xwe de cardin derpêş kiriye ku xebatkarên TEDAŞ'ê yên Akdemîr ji nava lepên wan derxistiye ji berê de li wir di hundurê wesayîtê de bûne û xebatkarên TEDAŞ'ê aliyê Akdemîr kirine û wî ji cihê bûyerê revandine.    'DU KESAN ÊRIŞ ANÎ SER MIN'   Fevzî Akdemîr jî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku ew di deriyê dawî yê partiyê re ketiye hundur û ji wir derketiye û gotiye, Celîl Bagdaş berê jî pêşiya wî biriye. Akdemîr gotiye roja bûyerê gava ji deriyê paş ê partiyê derketiye û xwestiye biçe malê Celîl Bagdaş ji paş de nêzî wî bûye û xeber jê re gotine ûg otiye "Ez ê te bikujim, ma tu birevî ku" û piştî vê gotinê êriş aniye ser wî. Akdemîr di îfadeya xwe de gotiye: "Gava min tam berê xwe dida aliyê Celîl, vê carê min dît ji paş de Şadîn Elhaman tê. Her du kesan êriş anîn ser min, bi kulm û pehînan li min xistin. Di destê Celîl de kêr hebû. Gava van kesan li min xist min jî ji bo xwe biparêzim min tiştekî plastîk ku nizanim çibû ji erdê hilgirt û xwe pê parast."    Xebatkarên TEDAŞ'ê jî di îfadeyên xwe de gava di wesayîtê de diçûn dîtine ku du mêr şer dikin û kesek ji paş de li yên din dixe, lê di destê Akdemîr de zincîr nedîtine.   DÎMEN JÎ AKDEMÎR PIŞTRAST KIRIN   Di dîmenên kamerayan de jî hatiye xuyakirin ku Akdemîr saet di 16.03'yan de ji avahiya HDP'ê derketiye û Begdaş daye dû wî û îşaret daye Elhaman û Goger ên li wî aliyê rê û ji wan xwestiye ber bi wî ve werin. Ji bo dîmenên kamerayan wiha hatiye gotin: "Kesê bi navê Celîl Bagdaş û kesên ku Bagdaş îşaret daye wan ber bi kesê bi navê Fevzî Akdemîr ve baz dane. Saet di 16.04'an de gava Fevzî Akdemîr di ber otobêsa şaredariyê re diçe, Celîl Bagdaş dide dû wî û saet di 16.04.20'î de jî di navbera Fevzî Akdemîr û Celîl Bagdaş de rageşiyek çêdibe..."   RAPORA TENDURISTIYÊ: GAVA KULM AVÊTIYÊ TILIYA WÎ ŞIKIYAYE   Di rapora tenduristiyê de jî hatiye gotin ku Şadîn Elhaman gava kulm avêtiye tiliya wî ya qereqûçkê şikiyaye. Elhaman raproa tenduristiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbiyê stendiye û di îfadeya xwe ya li nexweşxaneyê de gotiye "gava min kulm avêtiye tiliya min şikiyaye."    NE DELÎLÊN BERBIÇAV, BEYAN ESAS HATIN GIRTIN   Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê rapora tenduristiyê, beyanên şahidan û dîmenên kamerayan esas negirtiye, ji dêvla wê beyanên êrişkaran esas girtiye û derbarê Fevzî Akdemîr de bi sûcê "bi çekê bi qesdî birîndarkirin" îdianame amade kiriye.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku Akdemîr ji 5 salan heya 9 salan bê cezakirin.   Îdianame ji alitê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 10'an a Amedê ve hatiye qebûlkirin. Danişîna ewil dê di 12'ê Cotmeha 2022'yan de bê lidarxistin.