‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’ 2022-06-01 10:18:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Nûnera HDP’ê Hewlêrê Nahîde Ermîş da zanîn ku gelê kurd di pêvajoyeke hesas de ye û wiha got: “Di rewşeke wiha de hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e. Di vê rewşê de ne berjewendiyên şexsî û malbatê lê divê yên neteweyî esas bên girtin.”    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dayîn destpêkirin berdewam in. Di çarçoveya êrişê de li herêmên navborî şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Endama Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêrê Nahîde Ermîş têkildarî geşedanên dawî axivî.    Nahîde Ermîş, ji ewil qetilkirina siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî şermezar kir û wiha got: “Êrişeke li dijî hemû kurdan bû. Li her çar parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirinê tê meşandin. Dewleta tirk ev sedsal e kurdan weke dijmin dibîne. Qetîlkirina hevalê me Mehmet Zekî Çelebî jî parçeyeke vê konseptê ye. Bi vê êrişê re xwestin çavên kurdên ji bo azadiyê bedel didin bitirsînin. Lê belê em xwedî kevneşopiyeke 50 salan e û hemû hevalên me jî li gorî wê xwedî seknin. Ji bo aştî û aramiya welêt, em ê têkoşîn û rêxistiniya xwe xurtir bikin.”    ‘DIVÊ YEKITÎ ESAS BÊ GIRTIN’    Bi domdarî Ermîş anî ziman ku Tirkiye êrişeke bêpîvan dike û wiha domand: “Heke Tirkiye û MÎT îro li Başûr bikare her cureyên êrişan û qirkirinan bike, sedema vê piştgiriya hin aliyên siyasî ye. Hevkariya sazî, rêxistin û partiyên kurdan ên bi vê zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e. Gelê kurd bi saya bedelên giran xwe gihand vê astê. Em di pêvajoyeke hesas de ne. Em weke pêvajoya hebûn û tunebûnê binav dikin. Divê di vê pêvajoya hesas de yekitî û berjewendiyên kurdan esas bên girtin. Destkeftiyên heyî bi vî awayî dikarin mayînde bibin. Mafê kesekî nîne ku ji ber berjewendiyên şexsî û malbatî, xetereyê li ser yên neteweyî çê bike.”    ‘PDK SIYASETA TIRKIYEYÊ DIMEŞÎNE’   Di berdewamê de Ermîş diyar kir ku yên şirîkatiya sûc dikin, ji bo nixûmandina sûcê xwe jî her tiştekî dikin û wiha pê de çû: “PDK bi vî rengî nêz dibe. Ji par ve sê êriş çêbûn. Du hevalên me yên ji Bakur rastî êrişê hatin. Yek şehîd bû û yek jî bi birîndarî kete dest. Kujerên wan nehatin girtin û darizandin. Niha jî kujerên hevalê Zekî tên parastin. Banga me ji bo gelê Başûr ew e ku li dijî van bûyeran bêdeng nemînin. Bi van êrişan dixwazin di nava civakê de nakokiyan derxînin. Divê ev bûyer bên zelalkirin û kujer bên darizandin. Nexwe dê sibe li deverên din bên kirin. Heval Zekî hem endamê meclisê û hem jî di nava gel de bû. Gel jê hez dikir. Lewma hedef hat girtin. PDK li vir siyaseta Tirkiyeyê dimeşîne û li dijî gel e. Heval Zekî beriya qetilkirinê, di bernameyeke televîzyonê de got ku MÎT gefa kuştinê lê dixwe û zexta sîxûrtiyê li wî dike. Lê hevalê me ev yek qebûl nekir û ji bo xaka xwe şehîd bû.”    HELWESTA IRAQÊ YA LI DIJÎ ÊRIŞAN    Ermîş, anî ziman ku helwesta Iraqê ya li dijî êrişan ne helwesta dewletekê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke sekna hikûmeta Iraqê xurt bûya, Tirkiyeyê wiha bi cisaret êriş nedikir. Tevî ku bi ser hilbijartinê re 6 meh derbas bûn jî hikûmet nehatiye avakirin. Siyaseta Iraqê li ser aloziyan dimeşe. Tirkiye jî ji vê sûd digire. Tirkiye ji aloziyên siyasî etnîkî, mezhebî û aborî sûd digire. Sedema aloziyên li Iraqê jî dewleta tirk e. Ji ber ku berjewendiyên xwe di aloziyê de dibîne. Ji bo valaderxistina gavên çareseriyê her tiştekî dike.”   ‘ÎRO KURD BIN SIBE DÊ DOR WERE EREBAN’   Ermîş, got ku dagirkirina xaka Başûr tê wateya dagirkirina xaka Iraqê û ev tişt anî ziman: “Em behsa Neo-Osmaniyê dikin. Heke gava ewil dagirkirina xaka kurdan be, gava din dê bibe ya Iraqê. Dema ku xaka kurdan dagirkirin, dê dest bi îlhaqkirina wê bikin. Stratejî û polîtîkaya Neo-Osmanî ev e. Lewma girîngiyê bi tifaqa kurd û ereban didin. Ji ber vê em fêm nakin bê ka çima Iraq bertekan nîşan nade. Heke bi zanebûn nîşan nedin, wê demê piştgirî didin hedefên wê. Li Sûriyeyê jî heman tişt heye. Heke îro êrişî Rêveberiya Xweser û Sûriyeyê bikin, sibe dê dor bê Lîbya û dewletên din. Bila kesek nebêje pirsgirêka tirkan tenê bi kurdan re heye.”   ‘DÊ NEKARIN HESABÊ BIDIN GELÊ KURD’   Di berdewamê de Ermîş da zanîn ku gelê Başûr bi qirkirinê re rû bi rû ye û ev nirxandin kir: “Tirkiye sînoran, mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Ne tenê kurd divê hemû kes li dijî van binpêkirinan derkeve. Di dema Sedam de jî rê li ewqas binpêkirinan re nehat dayîn. Di salên 1983-1984’an de peymanek hatibû mohrkirin. Li gorî peymanê Tirkiye dikare ji bo 72 saetan dikare 5 km’yan bikeve xaka Iraqê. Peyman bo salekî bû. Lê îro xaka Başûr dagir kirine. Kesên rê dayîn vê dagirkeriyê ma dê bikarin hesabê bidin gelê kurd? Gelê me li dijî vê siyatê ye. Gel bi qirkirinekê re rû bi rû ye. Çendek roj berê bi SÎHA’yan du zarokên kurd hatin qetilkirin. Nehiştin gel bertekê jî nîşan bide. Gel dibêje dewleta tirk em qetil kirin lê çapemeniya PDK’ê berevajî dike.”    ‘DIXWAZIN HERÊMÊ JI KURDAN VALA BIKIN’   Ermîş, destnîşan kir ku hêzên derve siyaseta Iraq û başûrê Kurdistanê diyar dikin û wiha dom kir: “Tirkiye, Îran, Îsraîl û hêzên hegemonîk ji vê rewşê sûd digirin. Di demên dawî de Nêçîrvan Barzanî bi YNK û partiyên din re civiya. Gelek hesab û firsend di van hevdîtinan de hene. Lê em nikarin tiştekî zelal bibêjin. Ji bo ku serokkomarî ji YNK’ê re bimîne hevdîtinan dikin lê em nizanin li dijî wê çi jê xwestine. Rewşa aborî ya gelê Başûr nebaş e. Nêzî saleke mûçe nayên dayîn. Dewleta tirk her roj zeviyên xelkê dişewitîne, sewalên wan dikuje, polîtîkaya guherandina demografyayê dimeşîne û hewl dide gel koçber bike. Dixwazin herêmê ji kurdan vala bikin.”   Herî dawî jî Nahîde Ermîş wiha axivî: “Birîn û êşên gelê başûr kûr in. Hewl didin bi birçîbûnê gel terbiye bikin. Dixwazin bi qeyrana aborî re gel mijûl bikin ku guh nedin mijarên din. Lê tevî vê yekê jî xelkê başûr ji siyaseta heyî nerazî ye. Sekna xwe di hilbijartina Iraqê de nîşan da. Di siyaseta vê derê de gel esas nayê girtin. Rengê hêzên hegemon heye û gel jî vê yekê naxwaze.”