Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir 2022-06-01 12:04:43   RIHA – Duyemîn danişîna Doza Komkujiya Pirsûsê bi daxwaza mudaxilbûna dozê ya partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk dest pê kir.    Di 20’ê tîrmeha sala 2015’an de DAIŞ’ê li dijî kesên ji bo birina pêlîstokan hatibûn Pirsûs a Rihayê û li Navenda Çandê ya Amarayê kom bûbûn, êrişeke xwekujiyê pêk anî. Di encama êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Têkildarî êrişê, doz hatibû vekirin û bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî dihatin darizandin. Duyemîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê dest pê kir.    Danişîn, li Kampûsa Girtîgeha Hewagê tê dîtin. Endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn, parêzerên Platforma ji bo Pirsûsê Edalet, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu û Nûsrettîn Maçîn, parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Azîz Aydinlik, Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platformên Şaxên KESK’ê yên Riha û Amedê, Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Rihayê, Faaliyeta Xwendekaran, Odeya Bijîşkan a Rihayê, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes di danişînê de amade bûn.    Danişîna ewil a dozê di 18’ê sibatê de li Edliyeya Rihayê hatibû dîtin û daxwaza mudaxilbûna dozê ya ESP û SGDF’ê hatibû qebûlkirin. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî nûnerên ku bi ser navên KESK, TMOOB, Baroya Rihayê, OHD, ÎHD, TÎP, EMEP, DBP û HDP’ê beşdarî danişînê bûyîn xwestin ku mudaxilî dozê bibin.   Danişîn, bi axaftinên beşdaran berdewam in.