Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin 2022-06-01 12:13:04   RIHA - Dîroknas û lêkolîner Mehmet Bayrak ku balkişand ser xiyanetên navxweyî yên pêvajoyên girîng ên dîroka Kurdistanê, wiha got: “Heta ku ji dîrokê ders neyê derxistin, hem xiyanetkar wê berdela vê bidin hem jî dê zerarê bidin kurdan.”   Di dîroka Kurdistanê de berî û piştî Osmaniyan gelek komkujî û serhildan çêbûn. Her berxwedana li dijî komkujî, pişaftin û înkara kurdan bilind bû, bi xiyanetên navxweyî hate tepisandin. Komara Tirkiyeyê ku piştî belavbûna Osmaniyê hate avakirin, her ku xurt bû qirkirina kurdan berdewam kir. Bi bikaranîna nakokî û xiyanetên navxweyî, kurdên ku daxwazên wan ên mafdar hatine parçekirin heta roja me hatin tepisandin. Dubarekirina dîrokê îro jî li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê nû dibe. Di êrişên dewlata tirk di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane destpêkirin de malbata Barzanî ji berê heta niha dem bi dem dimeşîne, di politikaya xwe ya xiyanetê de israr dike.    Li gorî dîroknas û lêkolîner Mehmet Bayrak tevî bêhejmar xiyanetên di dîroka Kurdistanê de qewimîne jî di roja me de jî hêj hinek kesan jê ders nederxistî ye. Em têkildarî xiyanetên di dîroka Kurdistanê de qewimîne û heta roja me berdewam dikin bi Bayrak re axivîn.    ‘GELÊ KURD JI TIRKAN RE DERIYÊN ANATOLIYAYÊ VEKIRIN’   Bayrak, bi bîr xist ku gelê kurd ji tirkên ku îro mafê wan ên jiyanê nas nake re deriyên Anatoliyayê vekiri ne û wiha got: “Tirk bi xera gelê kurd li ser vê axê bi cih bûn. Tirkên ku xwestin li Anatoliyayê belav bibin kurd bi xapandinê girtin cem xwe û li dijî Romen Diyojen şer kirine. Wê demê 15 hezar cengawerên kurd di nav artêşa sultanê tirkan Alpaslan de cih girtin û li dijî Romen Diyojen şer kirin. Nêzî 20 hezar tirk ên xirîstiyan jî ku bi taybetî li ser xeta bakûr ber bi Rojava ve di herikîn di nav artêşa Romen Diyojen de cih girtine. Tişteke wisa ecêp heye. Artêşa Romen Diyojen ji ber tevliheviyên navxweyî kêm dibe, li dijî artêşa Alpaslan ku kurd piştgiriya wî dikin têk diçe û bi vî awayî deriyên Anatoliyayê li tirkan hatine vekirin.”   ‘PIRSGIRÊKA KURD NE NÛ YE’   Bayrak, da zanîn ku bi taybetî di dema pêvajoya Osmanî Xîlafetê digire destê xwe de dagereke girîng pêk tê û wiha berdewam kir: “Di wê dîrokê de du hêzên mezin hene. Yek Osmanî yek Safewî. Her du hêz jî dixwazin gelê Kurdistanê bikişînin cem xwe. Gelê kurd zêdetir dixwest bi safewiyan re bikevin têkiliyê lê ji ber Şah Îsmaîl hin kurd girtin û kuştin ev daxwaza wan û hewesa wan şikest. Yavûz Sûltan Selîm ji hin mîrtiyên kurd re hin pişt dane. Di dema Beyazitê duyemîn de jî Îdrîsî Bîtlîsî vedixwînin qesrê û li wir dixebite. Osmanî Îdrîsî Bîtlîsî peywîrdar dike û dişine hevdîtinan û gelek mîrtiyên girîng ên kurdan di çarçoveya peymanê de bi Osmaniyan re tifaqê dikin. Ev mîrtî wê di karên xwe yên navxweyî de serbixwe bin û têkiliyên derve bi Osmaniyan re tevbigerin. Îro metnên têkildarî vê yekê hemû di destê me de ne. Ev di dîroka Kurdistanê de şikestineke girîng jî bi xwe re tîne. Rewşenbîrê demê nêzîk vê nêzîkatiya Îdrîsî Bîtlîsî weke alîgiriya Osmaniyê pênase dikin û weke destpêka pirsgirêka kurd dibînin. Ev tespîteke gelek girîng e. Celadet Elî Bedirxan di nameya vekirî ku di sala 1933’yan de ji Mustafa Kemal re şand de vê yekê destnişan dike û wiha dibêje; ‘Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke ku di demê we de dest pê kiriye. Ji roja ku mîrtiyên kurdan bi rêya Îdrîsî Bîtlîsî bi Osmaniyê ve hatin girêdan û vir ve pirsgirêka kurdan heye.’ Heke em ji vir binêrin pirsgirêka kurd ne nû ye û Îdrîsî Bîtlîsî ji aliyên rewşenbîrên kurd ve weke alîgir tê dîtin.”   ‘REWŞENBÎRÊN KURD ÊN PIRALIYA OSMANIYÊ QEBÛL NEDIKIRIN SERÎ HILDAN’   Bayrak, bi lêv kir ku di sedsala 19’emîn ku burjuvaya Fransayê derket holê de hin rewşenbîrên kurd ku li Ewropa û di nav Osmaniyê de perwerde dîtin di mijara netewperestiyê de dikevin nava liv û tevgeran û wiha pê de çû: “Rewşenbîrên kurd ku piraliya hikumraniya Osmaniyê qebûl nedikirin di serê sedsala 19’emîn de li dijî Osmaniyê serî rakirin. Osmanî jî ji bo ku wan bi statuya wan a kevin bigire bi hemû hêza xwe çû ser wan. Ji ber wê yekê sedsala 19’an dagereke girîng e. Ji wê demê ve gelek serhildanên kurdan pêk hatine. Gelek ji van bi kuştinê hatine tepisandin. Vê yekê di navbera hêzên serdest û kurdan de birînên ku nayên kewandin vekirine. Piştî Bedirxanan malbatên ku pêşengên wan şêxin pêşengtiya vê tevgerê dikin. Ji 5 endamên damezrîner ên Cemiyeta Îttîhat û Terakkî ku şoreşa ku dawî li selteneta Abdûlhamît anî 2 jê kurd bûn, yek ji van Bijîşk Abdûllah Cevdet û Bijîşk Îshak Sukutî ne. Lê piştî rêveberiya Cemîyetê bi temamî kete destê Îslamîperestan kurdên netewperest di serî de Abdûllah Cevdet û Îshak Nûrî Paşa ji cemiyetê veqetiyan û berê xwe dane rêxistinên kurdan ên li gorî xwe. Ev rêxistin vegeriyan tevgereke ronî kirinê.”    ‘HIKUMETA KEMALÎST LI DIJÎ KURDAN BI FRANSIYAN RE PEYMANÊN VEŞARTÎ DIKIN’   Bayrak, anî ziman ku piştî Kemalîst derketin holê bi taybetî Mustafa Kemal mirateya Îttîhat Terakkiyê qebûl nake û piştgiriya beşekê digire ser xwe: “Di vê mijarê de rewşenbîrên kurd ên bifikar jî hene. Kemalîstan weke berdewamiya Îttîhat Terakkiyê dibînin. Ji sedî 90 qadroyên Kemalîstan ji endamên Îttîhat Terakiyê yên kevin pêk tê. Lê ev vî mirateyî qebûl nakin û îdiayeke nû diavêjin holê. Mûstafa Kemal ji bo tevgera muxalefetê bi rêxistin bike naçe rojavayê Tirkiyeyê diçe Kurdistanê. Mustafa Kemal dizane ku di serdemeke ku tirk qels in de heke kurd serî rakin û veqetin wê hêviyeke rizgariyê ya tirkan nemîne. Ji ber vê yekê agahiyan jî digire. Serhildana serhildêrên kurd ên li ser xeta Dîlok, Riha û Mereşê dijîn a bi hişmendiyeke antîemperyalîst li dijî fransî û ingilîzan derdikevin, gelek beriya Mûstafa Kemal e. Hikumeta Enqereyê, li dijî kurdan û çiyayiyan bi fransizan re peymanên veşartî dikin. Belgeya belavoka Çiyayiyên kurd li dijî hikumeta Kemalîst di sala 1922’yan de çapkirin cara ewil min weşand. Çiyayiyên kurd bi belavokê rêveberiya Kemalîst hişyar dikin û dixwazin li ser soza xwe bisekin. Rêveberiya Kemalîst tiştên tên gotin qebûl nake. Lê rêveberiya Kemalîst bi peymanên veşartî yên bi fransizan re xiyanetê li kurdan dikin û vê jî înkar dikin. Di van şertan de diçin Lozanê.”   ‘KESÊN JI DÎROKÊ DERS NEGIRIN WÊ BERDELÊN GIRAN BIDIN’   Bayrak, destnîşan kir ku kesên di dîrokê de xeletiyan dikin berdele vê bi awayekî giran dide û wiha got: “Tenê kesên ku xeletî dikin berdelan nadin tevî wan gelê kurd jî berdelan dide.” Bayrak, bal kişand ser xiyaneta di nav kurdan de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Van hemû hevkaran piştî karê wan qediya cezayê xwe kişandine. Mixabin wan tenê ev ceza nekişandin, bi xwe re bi gelê kurd jî dan kişandin. Di dîroka kurdan de mînakên vê yên bêhejmar hene. Kesên ku ji dîrokê dersan negirin mehkum in ku her tim bên bêbandorkirin. Divê em vê yekê qet ji bîr nekin. Heke ji dîrokê ders hatibûya girtin ev yek dubare nedibûn. Niha di demê me de jî hem hin hevkariyan dibînin. Ev yek ji dîrokê ders negirtine. Em dizanin ku berê endamên Paktên Sadabat û Bexdayê dewletên dagirker ên weke Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiye yên li wê derê pirsgirêka kurd hene bûn. Dewletên parazvan jî her tim bûn Amerîka û Îngîltere. Lê her tim tirkan kurd bi ingilîzan re têkildar kirine û bi hevkariyê sûcdar kirine û her tim heman çîrok vegotine. Her tim heman polîtîkayê dimeşînin. Heke kurd ji dîrokê dersan bigirin ev yek dubare nabe û bê zerar wê bigihin serkeftinê. Wê çareseriyeke wekehev, azadperest û weke xwişk û bira çêbibe. Heta ku ji van ders neyê girtin wê hem îxanetkar berdela wan bide hem jî dê zerareke mezin bidin kurdan. Yekemîn peywîra herkesê ye ku ji dîrokê dersê bigirin. Heke ji dîrokê ders girtibûna ev tiştên neyînî da biqewimin? Divê di roja me de jî hemû kesên helwesteke neyînî nîşan didin divê ji dîrokê ders bigirin heke wê bi awayekî giran berdelê wê bidin.”       MA / Emrûllah Acar