Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye 2022-06-01 13:23:13   AMED - Li navçeya Rezan, hat angaştkirin Bayram Koyûncu ku karê xurdefiroşiyê dikir ji ber pirsgirêkên aborî întihar kiriye.    Li navçeya Rezan a Amedê, Bayram Koyûncu (35) ku karê xurdefiroşiyê dikir, li depoyeke nêzî cihê karê xwe mirî hat ditin. Hat diyarkirin ku Koyûncû di saetên şevê de întihar kiriye û ekîbên tenduristiyê cenazeyê wî rakirin Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Li gorî agahiyên ku hevalên wî yên kar dan Koyûncû ji ber pirsgirêkên aborî pirsgirêkên derûnî jiyaye.    Dozgerî derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.