Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin 2022-06-01 14:01:19   ENQERE - Polîsan girseya ku dixwest qurnefîl deynin li ser gora Ethem Sarisuluk ku ji aliyê polîsan ve di Berxwedana Geziyê de hat kuştin, asteng kirin.    Ji bo bîranîna Ethem Sarisuluk ku di sala 2013'an de di berxwedana Parka Geziyê de ji aliyê polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ve li Guvenparkê hatibû kuştîn, Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP), Lijneya Kordînasyona Bajêr a Enqereyê ya Yekîtiya Odeya Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) , Odeya Plansazên Bajêr ên Enqereyê (ŞPO), Odeya Avahîsazan a Enqereyê û gelek welatî xwestin li Guvenparkê werin gelhev.    Polîsan mudaxileyî kesên ku dixwestin qurnefîl deynin cihê ku Ethem Sarisuluk lê hatiye kuştin, kir. Li ser vê yekê girseyê bi berzkirina dirûşmeyan mudaxileya polîsan şermezar kir.     Girseyê piştî demekê qurnefîl danîn cihê ku Sarisuluk lê hatiye kuştin.