Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin 2022-06-01 14:50:14   ENQERE - Dema binçavkirinê ya 16 ciwanên ku li Enqereyê bi hinceta tevlibûna Meşa Şoreşê ya ODTU’yê hatibûn binçavkirin û 4 roj in di bin çavan de ne, 2 rojên din hate dirêjkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan di 29’ê gulanê de bi ser gelek malên xwendekaran de girtin. Di encama serdegirtinan de 9 jê jin bi giştî 16 kes hatin binçavkirin. Ji ber ku beşdarî Meşa Şoreşê ya ODTU’yê bûne, kesên hatine binçavkirin bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin. Ciwanên binçavkirî îro anîn Edliyeya Enqereyê.    DESTÊN WAN JI PIŞT VE KELEMÇE KIRIN   Ciwanên ku ji pişt ve hatine kelemçekirin, dema dianîn edliyeyê dirûşma “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kirin. Dozgeriyê da zanîn ku lêkolîna li ser alavên di dema serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin didome û bi vê hincetê jî xwest dema binçavkirinê ji bo 2 rojan bê dirêjkirin.    Piştre jî her 16 ciwan derxistin 8’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Enqereyê. Dadgeriyê daxwaza dozgeriyê esas girt û biryar da ku dema binçavkirinê ji bo du rojan bê dirêjkirin. Piştî dirêjkirina dema binçavkirinê, ji bo kontrola tenduristiyê ciwan birin nexweşxaneyê û piştre jî birin Şaxa TEM’ê ya Enqereyê.    NAVÊN KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN   Tê payîn ku ciwanên binçavkirî di roja înê de derxînin dozgeriyê. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevberdevkên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê Bêrîvan Kaylu û Ozgur Abul, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Hîvda Selen, Kiymet Cengîz, Ebrar Uz, Endama Jinên Demokrat a Nû Dîlan Mollaahmetoglu, Berfîn Babaoglu, Dîlan Yakin, Yaprak Delfîn Turgan, Eda Kahraman, Rûken Gul, Mûstafa Demîr, Cîhat Uygur, Mert Orhan Omerbeyoglu, Lokman Sefkan Ozgan û Hakki Zengîn.”