Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin 2022-06-01 16:05:08   WAN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û yên li Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê dan zanîn ku ji ber ku rûniştinên Meclisê temaşe dikirin, rêveberiyên her du girtîgehan Meclis TV qedexe kirine.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê dan zanîn ku rêveberiyên van girtîgehan Meclis TV li wan qedexe kirine. Girtiyekî li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê jî ragihand ku ji ber kûpurê qunciknivîseke ji Rojnameya Cumhuriyetê, cezayê disiplînê lê hatiye birîn.    Li gorî agahiyên ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û girtiyên Beşîkduzu ya Trabzonê dayîn parêzerên xwe; rêveberiyên van girtîgehan temaşekirina Meclis TV’yê li wan qedexe kirine. Tevî ku girtiyan gelek caran serî lê dan jî rêveberiya girtîgehê ev serlêdanên wan qebûl nekirin. Her wiha bi hinceta “qedexeyê”, nahêlin girtî qenalên weke Halk TV, Tele1 û Arti TV’yê jî temaşe bikin.    CEZAYÊ DISIPLÎNÊ   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê jî diyar kirin ku li gel ku pir caran daxwaza rojnameyên Yenî Yaşam, Bîrgun, Evrensel û rojnameyên din ên muxalîf kirine jî, rêveberiya girtîgehê destûrê nade. Girtiyan, daxuyand ku destûra Rojnameya Cumhuriyetê jî piştre hatiye dayîn. Her wiha bi sedema kûpurê qunciknivîseke Rojnameya Cumhuriyetê, cezayê disiplînê li girtiyekî hatiye birîn.