Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne 2022-06-01 16:22:49   MÊRDÎN - Li baregeha leşkerî ya Qoserê piştî ku hezaz çêbû stûnên betonê ji hewayê ve mane, ji bo jiyana sivîlan xetere ne.     Li navenda navçeya Qoserê ya Mêrdînê axa di bin stûnên beton ên baregeha leşkeriyê ku li ser girêkê ye û weke artêşxane tê bikaranîn de, di nava demê de ji bin çû. Piştî ax ji bin çû stûnên beton ên ku têl digirtin ji hewayê ve man. Tevî ku rê di bin re diçe jî stûnên beton ên ji hewa ve mane nehatin çêkirin. Stûnên ku ji hewayê ve mane û li ser rê ne, ji wesayîtên ku park dikin û rêwiyên dimeşin re dibe xetere.