Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê 2022-06-01 22:07:41   MÊRSÎN- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku di xwarina piştevaniyê ya HDP'a Mêrsînê de axivî, bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan da ku heqaret kiribûn. Bûldan got: "Êdî dem hatiye ku her kes ber bi HDP'ê ve bê."    Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan xwarina piştevaniyê da. Çalakî li restoranteke li navçeya Mezîtliyê hat dayîn. Li cihê xwarinê pankarta li ser "Dem dema HDP'ê ye" nivîsandî û pankarta bi kurdî û tirkî ya li ser "Hûn bi xêr hatin" nivîsandî hatin daliqandin. Parlementerê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Mêrsînê (TÛAY-DER), Tevgera Jinên Azad, Partiya Herêmê Demokratîk a Mêrsînê û Edeneyê û ya HDP'ê ya Mêrsîn û Edeneyê û yên navçeyan, Komeleya Jinan a Mîmozayê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn.    Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên HDP'a Mêrsînê Bedriye Kûş û Hoşyar Sariyildiz ewilî axivîn. Axaftina destpêkê bi kurdî û tirkî hat kirin.    ‘GEL SEROKKOMAREKÎ HEQARET Û DIJÛNAN DIKE NAXWAZE'   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku di demek zehmet re derbas dibin û bal kişand ser girîngiya berxwedanê. Bûldan bilêv kir ku di demeke wiha de herî zêde pêdiviya wan bi têkoşîna hevpar heye û got, HDP siyaseta rêya sêyem pêk aniye û li ser girîngiya vê siyasetê sekinî. Bûldan destnîşan kir ku kesên welêt bi rê ve dibin welêt ber bi tengijandinek mezin ve birine û got: "Em di heyameke wisa de dijîn ku polîtîkaya dîlgirtinê û darbeya li hemberî siyaseta demokratîk xistine dewrê. Ên vî welatî bi rê ve dibin ji xeynî desthilata xwe hemû siyasetê diçewisînin. Em bi desthilateke ku her roj heqaretê dike, berberîbûnê gur dike û mirovan diçewisîne re rû bi rû ne. Di salvegera Geziyê de gelek eksan got 'Em AKP'ê naxwazin.' Lê Serokkomar rabû heqaret li van kesan kir. Ez fedî dikim bibêjim. Gelên Tirkiyeyê êdî serokkomarekî heqaret û dijûnan dike naxwaze."    Bûldan bilêv kir ku pêdiviya welêt bi biratiyê heye û got: "Serokkomar tiştên ku îro gotin tenê ji bo jinan negotin, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê got. Em bang lê dikin ku lêborînê ji gelên Tirkiyeyê bixwaze. Deshilateke otorîter, çewisîner û polîtîkaya dîlgirtinê xistiye dewrê heye. Em vê ji Selahattîn Demîrtaş, ji Fîgen Yuksekdag a girtî dizanin. Em bi detshilateke ku ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve her roj polîtîkaya şer û tecrîdê dixe dewrê re rû bi rû ne. Em vê ji polîtîkaya tecrîdê dizanin. Her wiha bloka muxalefetê ya li hemberî wê jî ne xwedî helwesteke wêrek e. Ji bo azadiya hevalên me yên ji ber doza aştî û azadiyê dikin hatine girtin, bang li muxalafetê dikim ku daxilî nava têkoşîna hevpar bibe. Ger serketinek çêbibe dê bi vê têkoşîn û berxwedanê çêbibe. Pêdivî bi hevkariyeke muzakereyê heye. Desthilateke ku li ser meseleyên sereke yên welêt siyasetê bike dê nikaribe meseleyên vî welatî çareser bike. Berevajî wê dê meseleyan zêdetir bike. Em vê ji bo jin neyên qetilkirin, ji bo polîtîkayên tecrîdê û şer demildest bi dawî bibin dixwazin. Ger em bi hevkarî tevbigerin em ê biguherînin."    Bûldan di berdewama axaftina xwe de got: "Kesên li ser esasên berxwedan û têkoşîna hevpar bila baweriya xwe bi me bînin û ji me yeqîn bikin. Êdî dem hatiye ku her kes ber bi HDP'ê ve bê. Ên vî welatî xistin vî halî sirf jib o kurd bi ser nekevin polîtîkaya şer û tecrîdê xistin dewrê. Welatekî ku aboriya wê noqbûyî. Em ê li her derî pêdiviya ji bo aştiyê bînin ziman, em vê wekî deyn ji xwe re dibînin. Em dibînin bê bi vî şerî zirarek çawa didin welêt. Em HDP qethiyen em ê tu prîman nedin van kesan. Heya li vî welatî polîtîkaya şer û tecrîdê hebe, dê sedema hebûna vê desthilatê jî ev be. Darbeyên qeyûman, SADAT û çete, encamên tecrîdê ne. Ger tecrîd tune bûna dê ev jî tune bûna."