Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne 2022-06-02 10:43:15   ŞIRNEX - Dayika Mehmet Halîl Dogal ê HPG’î Asiye Dogal bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê dan û wiha got: “Em şer naxwazin. Em jiyaneke adilane û azadiyê dixwazin. Divê tu kes li dijî zilmê bêdeng nemîne. Bila ev şer êdî bisekine.”   Di pevçûneke di 30’ê nîsanê de ya li Çiyayê Cûdî yê Silopiya ya Şirnexê de 8 leşker hatibûn kuştin. Li ser vê yekê artêşa tirk li herêmê dest bi operasyonê kiribû. Bi destpêkirina operasyonê re li çiyayên Cûdî û Gabarê û li herêma Bestayê pevçûnên dijwar qewimîn. Di van pevçûnan de gelek leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di pevçûneke 23’yê gulanê ya li herêma Bestayê de endama YJA Starê Narîn Algun û endamê HPG’ê Mehmet Halîl Dogal jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Algun û Dogal ji hêla malbatên wan ve hatibûn wergirtin û definkirin. Dayika Dogal, Asiye Dogal (50) têkildarî jiyana xwe, kurê xwe û êrişên heyî axivî.   Asiye Dogal, dayika 7 zarokan e û di tevahiya jiyana xwe de rastî zilm û zordariya dewletê hatiye. Dogal, bi eslê xwe ji Dêrgulê ya Şirnexê ye û zarokatiya wê li wir derbas dibe. Dema 11 salî, bavê wê ji hêla axayên Dêrgûlê ve hate kuştin û koçber bûn. Dogal, anî ziman ku ji ber kuştina bavê wê kesek nehatiye darizandin û wiha got: “Piştî kuştina bavê min, em hatin Şirnexê. Bi kuştina bavê min re jiyan li me herimandin. Em 7 xwîşk bûn û li Şirnexê me jiyaneke zehmet derbas kir. Zilma dewletê ya li ser me tu carî kêm nebû. Di 19 saliya xwe de zewicîm. Hevjînê min du caran hate girtin û 4 sal û 7 mehan girtî ma. Kurekê min jî 2 salan di girtîgehê de ma. Ji ber ku ceza jê re hat xwestin, çû derveyî welat. Kurekî min jiyana xwe ji dest da û yek jî li sirgûnê ye.”   ‘XELÎL ŞEHÎDÊ HEMÛ KURDISTANÊ YE’   Bi domdarî Dogal da zanîn ku kurê wê Mehmet Halîl ji ber zilma dewletê tev li PKK’ê bû û wiha domand: “Kurê min 8 sal berê tev li bû. Zarokekî baş û jîr bû. Min tu carî xeletiyên wî nedîtin. Dema hêjta zarok, ez çûbûma ku bi min re bû. Her tim rû bi ken bû û alîkarî dida min. Hevaltiya wî ya bi hevalên wî re gelek baş bû. Tu carî dilê min nehêla. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Li dijî zilmê derket çiyê. Tenê daxwaza min ew bû ku rojekî wî bibînim. Lê ew xem di dilê min de ma. Xelîl Şehîdê hemû Kurdistanê ye.”   ‘RÊHEVALÊ MIN BÛ’   Di berdewamê de Dogal destnîşan kir ku kurê wê tu carî hevalên xwe nedişikand û wiha pê de çû: “Zilm û zordarî jî tu carî qebûl nedikir. Tehemûla wî ya ji xerabî û neheqiyê re nebû. Ji govenê gelek hez dikir. Hêj di temenekî biçûk de neheqî û bêedaletiya li kurdan dihat kirin ferq kir. Piştî girtina bav û birayê xwe, tev li PKK’ê bû. Di dema hevdîtinên li girtîgehê de ew jî dihat. Li dijî zilmê serî rakir û çû. Halîl ji zarokê min zêdetir mîna rêhevalê min bû. Bi çûna wî xemgîn bûm lê li dijî zilmê şer dikir. Em ê li ser şopa wî bin.”   ‘BILA ŞER ÊDÎ BI DAWÎ BIBE’   Dogal, bal kişand ser şerê heyî û axaftina xwe wiha qedand: “Bi sala ye zilm li kurdan tê kirin. Hêj em zarok bûn ku ev zilm dihat kirin û em mezin bûn hêj jî ev zilm berdewam e. Ma kurdan çi kiriye ku ev zilm lê tê kirin? Zarokên me jî li dijî vê zilmê li ber xwe didin. Em dixwazin ev şer êdî bisekine û bila dilê dayikan neşewite. Em şer naxwazin. Em edalet û azadiyê dixwazin. Bila şerê Başûr jî bisekine. Em naxwazin êdî xwîn birije. Em naxwazin çiyayên me bên gulebarankirin û zarokên me bên kuştin. Em nikarin biçin çiyayên xwe û bi rehetî bigerin. Divê hemû dayik û kurd li dijî vê zilmê serî rakin. Divê kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne.”