Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e 2022-06-02 10:44:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê Henan Osman ku beşdarî Konferansa Diyalogê ya Kurd-Lubnanê bûbû, diyar kir ku di konferansê de siyaseta Tirkiyeyê ya ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bi xeter nîqaş kirine û xwest ku pêşî li êrişên Tirkiyeyê yên li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê bê girtin.    Li paytexta Lubnan Beyrûtê, Di 29’ê gulanê de bi beşdariya nûnerên gelek sazî û rêxistinên sivîl ên kurd û ereb Konferansa Diyaloga Kurd-Lubnanê hate lidarxistin. Konferans ji bo xurtkirina têkiliyên gelên kurd û ereb hat lidarxistin. Di konferansê de li ser têkiliyên di navbera gelê kurd û ereb de nirxandin hatin kirin. Her wiha êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî di konferansê de hatibÛn nîqaşkirin. Hevseroka Komeleya Çand û Civakî ya Newrozê Henan Osman ku beşdarî konferansê bibû, derbarê konferansê de axivî û nêrînên xwe parve kirin.      'PÊDIVÎ BI KONFERANSÊ HAT DÎTIN'    Di destpêka axaftina xwe de Osman, li ser armanca konferansê rawestiya û diyar kir ku konferans ji bo yekitiya gelên Rojhilata Navîn bersivek girîng e û wiha got: "Li Lubnanê di hêla, sîyasî, aborî û civakî de pirsgirêkên mezin û parçebûyînek berbiçav heye. Lewra hem wek berpirsyariyek hem jî ji bo rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan pêdîvî bi vê konferansê hate dîtin. Bi hemû pêkhateyên civakî û sîyasî ve beşdarbûnek gelek baş çêbû. Dewletên serwer parçebûna li Lubnanê li gorî sîyaseta xwe bi kar tînin. Lê ev konferans ji bo wan hemû parçebûnan bi peyama yekitiyê hembêz kir. Baş tê zanîn ku heke yekitiyek û diyalogek pêş nekeve wê ev pirsgirêkên heyî neyên çareseririn. Li ser gelan siyasetek dabeşkirinê tê meşandin. Ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn mayînde bikin li hemû qadan polîtîkayek taybet dimeşînin."   'KURDÊN LUBNANE JI MAFÊN XWE BEPAR IN'    Osman, bal kişand ser têkiliya di navbera kurd û ereban de û hebûna kurdan a li Lubnanê û wiha got: "Gelê kurd li Lubnanê dijî û ji mafên xwe bêpar e. Mafên xwe li Lubnanê bi dest nexistine. Di gelek qadan de hebûna kurdan nîne. Di hilbijartinan de kurd nikarin yekê ku îradeya wan temsîl bike hilbijêrin. Dibistanek ku ji bo parastina zimanê wan tuneye. Em niştecihên Lubnanê nînin lê belê em kurd in û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in. Em di konferansê de jî li ser wan hemû pirsgirêkan sekinin. Ev cara yekemîn bû ku li ser astekê bilind konferansek bi vî rengî di navbera kurd û lubnaniyan de pêk hat. Lewra divê em beranberê wan sîyasetên bi xeter yekitiya xwe ava bikin û xwe ji vê parçebûnê rizgar bikin. Em dixwazin bêhtir dîyaloga kurd û ereban pêş bixînin. Ji ber ku gelê kurd û ereb bi salan e di heman erdnîgariyê de dijîn. Çareserkirina gelek pirsgirêkên li ser erda Rojhilata Navîn jî bi dîyaloga kurd-ereb û pêkhateyên din pêkan e."   SIYASETA TIRKIYEYÊ    Di berdewama axaftina xwe de Osman daxuyand ku konferans ji du beşan pêk hatiye û di her du beşan de jî gelek mijarên girîng hatine nîqaşkirin û wiha pêde çû: "Di konferansê de mijara herî zede derket pêş siyaseta dewleta tirk a dagirker bû. Siyaseta dewleta tirk ne tenê li dijî gelê kurd li dijî hemû gelên li Rojhîlata Navîn xetereyek mezin teşwîq dike. Li dijî gelên ereb, suryan , ermen û êzidiyan xeteriyek mezin pêk tîne. Tenê ji bo ku siyaseta xwe ya misakî milî û xewnên xwe yên Osmanî pêk bîne, li Lubnanê gelek listokan pêk tîne. Kar û barê xwe li Lubnanê zêde dike, welatiyên xwe li vir zêde dike û nasnmayên tirkî li wan belav dike. Di hilbijartinan de xwest sûniyan bikşîne aliyê xwe. Her wiha ligel gelek dewletên ereb jî lîstokên xwe berdewam dike. Ev polîtîkayên ku pêş dixîne ji bo gelan bi xeter in û gelê lubnanî bi sekna xwe gotin em li hemberê vî siyaset û xetereyê disekinin."   ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI DIJÎ BAŞÛR Û ROJAVA    Osman, destnîşan kir ku dikonferansê de hatiye xwestin ku siyaseta dewleta tirk a li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê were deşifrekirin û ev tişt anî ziman: "Em îro dibînin ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj erdên xwe zêde bike û bi hemû hêza xwe êrişan pêk tîne. Di konferansê de girîngiya li ser rola jinên kurd jî hat rawestandin. Jin çareseriyê bêhtir bi rengê aştîxwaz ava dikin. Xelasiya jinê wek xelasiya gelan tê dîtin. Di heman demê de fikr û ramanên Serok Apo ku ji bo azadiya jinê û azadiya gelan pêş xistiye hate nîqaşkirin. Serok Apo li zindana Îmraliyê di parêznameyên xwe de li ser van hemû pirsgirêkan bi berfirehî sekiniye û gelek rê û rêbazên çareseriyê pêş xistiye. Di konferansê de piştî nîqaşkirina pirsgirêkan çareserî di netewa demokratîk de hate dîtin."   BANGA YEKITIYÊ    Di dawiya axaftina xwe de Osman, ev bang kir: "Yekitiya gelan wê ji bo Rojhilata Navîn bibe hêza çareseriyê. Îro li ser Rojava, qadên parastinê medyayê û li ser tevahî gelê kurd faşizm û êrişeke mezin heye. Li dijî gerîlla her roj sûcên şer tên kirin. Li dijî wan çekên kimyewî roj bi roj zêdetir tên bikaranîn. Em daxwaz dikin ku hemû kurd li dijî vê dagirkirinê bibin yek hêz. Roj roja gelê kurd e. Bi yekitiya xwe em dikarin li dijî vê faşîzmê derkevin. Ji bo dewleta tirk cudahiya Erbîl, Qamişlo, Silêmaniyê û bajarekê din ê Kurdistanê tuneye. Heke îro Rojava hedef be dê sibê Hewlêr û bajar û dewletên din hedef bin. Ev konferans pêngavek girîng bû. Hêvî û aramanca me ew e ku konferansên bi vî rengî li welatên din ên Rojhilata Navîn jî werin lidarxistin û li dijî dagirkirina hêzên desthîlatdar yekitiyek mîsoger were avakirin."