‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’ 2022-06-02 11:47:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebera Koma Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma, destnîşan kir ku divê Tirkiye ji hêla sûcên şer ve li dadgehên navneteweyî were darizandin û got: “Pêwîste ku dewlet rê nedin ku ew çek werin bikaranîn û Tirkiye ji hêla binpêkirina mafên mirovan û sûcên şer ve hesabê bide.”   Dewletan piştî pêşketina alavên şer ên teknîkî, ji bo ku serweriya xwe bibandor bikin dest bi çekên kimyewî kirin. Di gelek şerên piştî şerê cîhanê yên yekemîn û duyemîn de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Li dijî kurdan jî komkujiyên herî mezin ku bi çekên kimyewî hatibû kirin, Komkujiyên Helebçeyê û Enfalê yên di serdema Seddam de hatibûn kirinin. Piştî Seddam dewleta tirk jî li dijî kurdan gelek caran di êrîşên xwe de çekên kimyewî bikar anîn.   Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrîn, El Bab, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs, başûrê Kurdistanê tevî hemû binpêkirinên mafan berdewam dikin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji aliyekî bikaranîna çeken kimyewî qedexe dike ji aliyê din ve jî ji çekên kîmyewî ku dewleta tirk di êrîşên xwe de bikartîne re bi bêdengiya xwe diparêze. Rêvebera Koma Mafê Mirovan a Cizîra Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cûma têkildarî mijarê axivî.   ‘NE TENÊ MIROVAN XWEZAYÊ Û JIYANA DERDORÊ JÎ TUNE DIKIN’   Cûma, diyar kir ku bikaranîna çekên kimyewî ne tene li dijî mirovan e, li dijî xwezayê jî zerarek pir mezin e û wiha axivî: “Li gor makezagonên hiqûqa navneteweyî, bikaranîna çeken kimyewî di şer de qedexe ye. Kuştina mirovan a bi çekên kimyewî sûcekî şer tê pênasekirin. Her wiha bikaranîna çeken kimyewî ji bo rûxandina xwezayê jî sûcek e. Bi wan çekan li ser xwezayê û civatê gelek texrîbatên mezin çêdibin. Lê mixabin em dibînin ku dewleta tirk wan çekên qedexe û yên giran bikar tîne. Li Efrîn, Serêkanî û bajarên Rojavayê jî bi kar anî bû. Niha jî wan çekan bi heman şêwazê li Başûrê Kurdistanê bikar tîne. Heta niha tu dewletan li dijî van çekan dengê xwe nekiriye. Lê sazîyên mafên mirovan li dijî van sûcan divê raporên aliye hiqûqî û qanûnî derxînin û bigihînin cihên pê têkîldar. Ji ber ku ne tene mirovan hedef digirin, xwezayê û jiyana derdorê jî tune dikin.”   ‘DÊ ŞIRÎKATIYA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DERKEVE HOLÊ’   Cûma, destnîşan kir ku lêkolînkirina çekên kimyewî ku dewleta tirk bikartîne, tê asteng kirin. Cûma, anî ziman ku her çiqas li ser vî sûcî bigirin jî dê di dawiyê de heqîqet derkeve holê û wiha berdewam kir: “Di rojên derbasbûyî de şandeyek xwest li ser bikaranîna çekên kimyewî lêkolînek bike û bişîne Ewropayê lê belê xebata wê şandeyê hate asteng kirin. Dema ku sûc nekirina û ne şirîkê vî sûcî bibûna wê destûr bidana ku ew şande lêkolîna xwe bikira. Lê belê ji bo ku li dijî berjewendiyên wan e, ji bikaranîna çekên kimyewî re bêdeng dimînin û tevî bêdeng mayînê jî lêkolînkirinê asteng dikin. Lê belê heqîqet jî nayê veşartin. Parastina bi vî şiklî çiqas dirêj bikin jî wê dê demen pêş de kengê bibe jî ew bûyerên bikaranîna çeken kimyewî û ew laşên ku bi wan çekan hatine şewitandin derkevin holê. Her wiha ew şirîkatî jî dê derkeve holê.”   ‘LI ŞÛNA KU AXA XWE BIPARÊZIN DIBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCÎ’   Cûma, anî ziman ku heke PDK’ê û hikûmeta Iraqê destûr nedabûna, wê Dewleta Tirk nedikarî ewqas bi rehetî wan çekan bikar bîne û wiha pêde çû: “Erka PDK’ê ew e ku li ser sûcê bikaranîna çeken kimyewî veşêrin û rewa bikin. Li şûna ku axa xwe biparêzin dibin şirîkê vî sûcî. Li dijî vî sûcî ne ji aliyê hikûmeta Federe ne jî ji aliyê hikûmeta Bexdayê tu bertek û nerazîbûn nîne. Demekê me dît ku li ser çapemeniyê hat ragihandin ku maskeyên gerîlayan ku xwe ji çekên kimyewî biparêzin hatine desteser kirin. Heke li ser axa Başûr çekên kimyewî neyên bikaranîn çawa ew maske tên desteser kirin. Ev delîlek e û li wir bi zanebûn ew çek tên bikaranîn.”   ‘TIRKIYE HÊZA XWE JI HÊZÊN NAVNETEWÎ DIGIRE’   Cûma, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî yên li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Dema li Rojava çekên kimyewî hatibûn bikaranîn, rapor hatibûn amade kirin. Sivîl û leşker bi çekên fosforê hatibûn şewitandin. Li ser vê gelek rapor hatin amade kirin û ji cihên têkildar re ew rapor hatin şandin. Lê mixabin di encamê de ew rapor nehatin bikaranîn, bi hinceta rêjeya bikaranîna fosforê kêm bûye encamek erenî derneket. Li gorî raporê gotin nispiya wê kêm e. Lê ji bo ku ew bikaranîna çeken kimyewî veşêrin, nispiya wê kêm kirin. Tirkiye ji bo van hemû cûreyên êrîşên hovane cesaretê ji berjewendiyên hêzên navneteweyî digire. Berjewendiyên hevbeş di dewletên xwedî bi biryar de hene. Lewra hemû binpêkirinên mafên mirovan û sûcê şer tê veşartin.”   ‘BÊDENGIYA DEWLETAN JI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK RE RÊ VEDIKE’   Cûma, destnîşan kir ku bêdengiya dewletan, sazî û rêxistinên navneteweyî ji êrîşên dewleta tirk re rê vedike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê berdewam dikir, şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de jî hebû. Lê di şerê Ukraynayê de gelek bertek û nerazîbûn derketin pêş û neteweyên Ewropayê li dijî binpêkirina mafên mirovan bertek nîşandan. Lê heman hestiyarî mixabin di êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan de nehate dîtin. Êrîşên ku li Surîyeyê ji hêla dewleta tirk ve hatin kirin wek tiştekî normal hate hesibandin. Tenê di hin raporan de gumanbarî û fikara xwe ya ji bo êrîşên dewleta tirk anîbûn ziman. Ango berjewendiyên hêzên hegemonîk li ku hebin li wê dere zagonên navneteweyî û binpêkirina mafên mirovan nayê esas girtin.”   ‘HEWCEYE TIRKIYE HESABÊ BIDE’   Cûma, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê sazî û rêxistinên mafên mirovan li ser bikaranîna çekên kimyewî bisekinin, li dijî vê yekê gavên şênber biavêjin û wiha got: “Banga me ev e ku divê bikaranîna çekên kimyewî ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk hatine werin lêkolînkirin. Laşên mirovan ku bi van çekên kimyewî jiyana xwe jidest dane hene, her wiha cihên ku bi çekên kimyewî hatiye texrîb kirin jî hene. Divê ew tespîtên ku hatine kirin werin lêkolîn kirin. Lazime ku li dijî van sûc û binpêkirinan dewlet rê nedin ku ew çek werin bikaranîn û bikaranîna çeken kimyewî were sekinandin. Her wiha pêwist e ku Tirkiyê ji hêla wan sûcên şer ve were darizandin. Gerek Tirkiye li pêşberî dadgehên navneteweyî ji ber wan binpêkirin û sûcan hesabê bide. Em bang li hemû çalakvanên mafên mirovan dikin ku bila li dijî van sûcên şer bertek û helwestên xwe nîşan bidin. Zerara çeken kimyewî gelek mezin e û bandora wê jî bi salan berdewam dike. Mînakên wê li Helebçeyê ber bi çavan e.”