Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin 2022-06-02 13:32:54   STENBOL - Polîsan êrişî malbatên girtiyan ku Nobeta xwe ya Edaletê didomînin kirin, li gelek kesan dan û binçavkirin. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bertek nîşanî astengkirinê da û wiha got: “Ji bo ku Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan jiyana xwe ji dest nedin em li vir in.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê dane destpêkirin di hefteya 11’emîn de ye. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Hevserokê Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA TUAY-DER) Nesîm Ozkan, Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçberiyê (GOÇÎZDER) Kamîle Kandar, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER), parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP'ê, endamên Partiya Ji Nû ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) û gelek kes tev li çalakiya nobetê bûn.    Polîsan hewl da daxuyaniya ku malbatên girtiyan xwest li pêş edliyeyê bidin bi hinceta biryara qedexeya Qeymeqamtiya Kagitxaneyê asteng bikin.    Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Em li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li vir in. Ji bo ku Aysel Tûglûk û Mehmet Emîn Ozkan jiyana xwe ji dest nedin em li vir in. Ji bo ku ji girtîgehan darbest dernekevin li vir in. Ev dayik naxwazin zarokên wan bi darbestan ji wan re werin.”     ‘EM JI WE NATIRSIN’   Ji malbatên girtiyan Fînce Akman ji polîsên ku hewl dan Pîroglû û malbatên girtiyan asteng bikin re wiha got: “Hûn dibêjin heq hiqûq, mafê me jî yê jiyanê heye. Em ji we natirsin.” Polîsan pişt re êrişî Pîroglû û dayikan kirin û bi erdê re kaş kirin. Çalakvanên din ên bertek nîşanî rewşê dan bi tundiya polîsan re hatin binçavkirin.    KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN   Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Ji malbatên girtiyan Fînce Akman û Kûmrû Akgul, rêveberê DBP’ê Sıtki Tatliciogûllari, endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê Ahmet Bayazit, Firat Kaya û endamê ANYAKAY-DER’ê Firat Demîr.