Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir 2022-06-02 14:47:40   AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a li Amedê di roja 199’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an a çalakiyê banga tevlibûnê li her kesî kirin. Li Wanê jî malbatên girtiyan xwestin li pêşiya edliyeyê xwestin çalakiyê li dar bixin lê hatin astengkirin.    Bi armanca berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan ên Amedê di 16’ê mijdarê de dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatan di roja 199’an de jî çalakiya xwe domandin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Yekitiya Endezyarên Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan a Amedê, DÎSK û Egîtîm Senê jî piştgirî dan çalakiyê.    Di destpekê de dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Boltan, bi bîr xist ku di çalakiya wan 7 meh li pey xwe hiştin û got ku tekane daxwaza wan berdana girtiyên nexweş û yên cezayên wan xelas bûyîn e. Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî jî da zanîn ku çalakiya wan dê sibê 200 rojan li pey xwe bihêle û wiha domand: “Em jiyanê diparêzin. Em ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayê lê nayên berdan têdikoşin. Em ê sibe bi wesîleya roja 200’an a çalakiyê, li Parka Koşuyoluyê bên cem hev. Banga me bo hemû partiyên siyasî ew e ku beşdarî çalakiyê bibin.”    Çalakî bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bûn.    WAN   Malbatên girtiyan ên li Wanê jî xwestin ku çalakiya xwe li pêşiya Edliyeya Wanê li dar bixin. Lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Beriya daxuyaniyê, pêşiya edliyeyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Rêveberên Rêxistina HDP’a Artemêtanê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û TUAY-DER a Wanê hatin cem dayikan û xwestin derbasî pêşiya edliyeyê bibin lê hatin astengkirin.      Polîsên ku biryara qedexeyê ya walîtiyê weke hincet nîşan dayîn, nehişt ku girse li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bide. Malbatan astengkirina polîsan bi çepikan protesto kirin.